Serok Nêçîrvan Barzanî giha Urdinê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşte Emmanê, paytexta Keyaniya Haşimî ya Urdunê.
Balafira ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani tê de bû, derdora saet 12:35an gihîşte paytext Emmanê. Nêçîrvan Barzani, ku bi merasîmeke fermî hate pêşwazîkirin, tê payîn ku bi Qiral Abdullah II bin Huseyîn ê Urdunê re bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani li Balafirgeha Emmanê ji aliyê Prens Elî bin Huseyîn, birayê Qiralê Urdunê ve hate pêşwazîkirin.
Piştre Serokê Herêma Kurdistanê çû Qesra Qraliyetê û ji aliyê Qiral Abdullah II bin Huseyîn ê Urdunê ve hate pêşwazîkirin.
Li Qesra Qraliyetê ji bo rêzgirtina Serokê Herêma Kurdistanê firavînek hate lidarxistin.
Hevdîtina di navbera Qiralê Urdunê û Serokê Herêma Kurdistanê de berdewam dike.
Tê payîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani bi Wezîrê Karên Derve yê Urdunê re bicive.
Li gorî daxuyaniyek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzaniyê di çarçoveya serdanê de dê bi Qiral Abdullah II Bin Husên ê Urdinê re bicive.
Di civînê de dê li ser xurtkirina têkiliyên di navbera her du aliyan de û hevkariya hevbeş a di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bi Keyaniya Urdinê re were axaftin.
Di çarçoveya serdanê de, Serok Nêçîrvan Barzaniyê dê bi rayedarên payebilind ên Urdinê re jî hevdîtinan bike.
Ev serdan yekser piştî beşdarbûna Nêçîrvan Barzaniyê di merasîma cenaze û veşartina Papa Francis de tê. Ev ne serdana yekem a Serokê Herêma Kurdistanê bo Urdinê ye; ew berê di sala 2021an de ji aliyê Qiral Abdullah II ve hatibû pêşwazîkirin.
Piştî Konferansa Xwendina Bilind a Urdun-Kurdistanê ya ku par lidar ket, Wezareta Xwendina Bilind a Urdunê biryar da ku 20 zanîngehên li Herêma Kurdistanê bi fermî nas bike. Bi vê pêşveçûnê re, mezûnên zanîngehên pejirandî dê bikaribin perwerdehiya xwe li saziyên xwendina bilind ên li Urdunê bidomînin.
Di hevdîtinên ku îro li Emmanê têne lidarxistin de, tê payîn ku Serok Barzanî û Qiral Abdullah II li ser warên nû yên hevkariyê nîqaş bikin da ku têkiliyên heyî bêtir kûr bikin.