Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 23.12.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Ruben Brickelmans Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê û şandeke pê ra kir.
Di civînekê de ku, birêz Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Pêşmerge, Balyozê Holendayê li Iraqê û hejmareke berpirsên her du aliyan tê da amade bûn, peywendiyên Holendayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê berevanî û perwerdeya leşkerî da, hatin gotûbêjkirin. .
Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hemahengiya di hemû waran da ya di navbera hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên Holendayê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya şerê dijî terorê da kirin.
Her di vê hevdîtinê da rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê, rola Herêma Kurdistanê di bihêzkirina aramiyê da û hewlên çaksazî û yekxistina Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge da gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî sipasiya berdewamiya pştevanî ê alîkariya Holendayê bo hêzên Pêşmerge li şerê dijî DAIŞê kir û rola hêzên Holendayê di perwerdekirin û bihêzkirina şiyanên Pêşmerge da bilind nirxand.
Birêz Wezîrê Berevaniyê yê Holendayê, ji aliyê xwe ve, tekez li ser pabendbûna welatê xwe bi piştevaniya asayîş û aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî kir û amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê şirîkê sereke ye di şerê li dijî terorê û dabînkirina ewlehiya navçeyê da.
Her du alî li ser pêwîstiya berdewamiya xebata hevbeş hevhizir bûn, û nêrînên xwe li ser rewşa Êzdiyan û vegera wan bo warên xwe, pêşhatên dawîn li navçeyê bi taybetî guhertinên Sûriyê û encamên wê û çendîn mijarên din yên ku di berjewendiya hevbeş d ne, danustandin kirin.