Polîtîk

ENKS mercên berdewamiya danûstandinên Kurdî Kurdî destnîşan dike

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê mercên berdewamiya danûstandinên Kurdî Kurdî bi partiyên PYNKê (Partiyên Rêveberiya Xweser a PYD) re destnîşan kirin.

Jêderekê ji ENKS ji Welat TV re got, biryar e, şandeke ENKSê îro 23 Berçileya 2024an bi fermandarê HSD, Mezlûm Ebdî re bicive û mercên destpêkirina danûstandinên Kurdî bi PYNKê re diyar dike.

Jêderê da zanîn, civîn bi serpireştiya Emerîka bi rê ve diçe, û li gundewarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li dar dikeve.

Mercên ENKS

Jêderê diyar kir, ENKS du merc ji bo berdewamiya danûstandinên Kurdî Kurdî danîne:

*Divê HSD xwe ji PKK cuda bike ji ber ku mijareke girîng e da ku biryara Kurdî li Sûriyê serbixwe be.

*Divê çarenivîsa girtiyên Kurd li zîndanên “Rêveberiya Xweser” a PYD diyar bikin, ew jî yek ji mijarên ku ta niha hîn li dar e û yekalî nebûye.

Şanda Emerîkî Fransî

Roja Înê 20 Berçileya 2024an, Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li bajarê Qamişlo pêşwazî li şandeke Fransî Emerîkî kiribû.

Back to top button