Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokê Encumena Dadwerî ya Iraqê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 22.11.2022ê li bajarê Bexdayê digel birêz Serokê Encûmena Bilinda Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan civiya.

Di civînê da, her du aliyan li ser mekanîzma piştevaniyê li dadweriyê û dabînkirina hemû pêdawîstiyên serkeftina karê dadgehan li Iraqê û Herêma Kurdistanê gotubêj kirin û tekîd li ser girîngiya karê hevbeş di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê da kir ji bo rûbirûbûna astengiyan ku welat di nav aramiyê da bijî.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî balkişand li ser girîngiya rola dezgeha dadwerî di aramî û birêvebirina welat da û bi taybetî jî balkişand li ser amadebûn û rola aktîv ya Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: