Serok Nêçîrvan Barzanî digel Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê civiya

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Îro danê sibê roja çarşemê 29.01.2025ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Daniel Rubinstein ku, karên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê bi rêve dibe, kir.
Di civînekê da pêwendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Herêma Kurdistanê, encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yekxistina hêzên Pêşmerge û proseya çaksaziyê li Wezareta Karûbarên Pêşmerge, pêşhatên Sûriyê û rewşa navçeyê di hevdîtinê hatin gotûbêj kirin.
Balyoz Rubinstein tekezî li ser pabendbûna Amerîkayê bi berdewamiya alîkarî û piştevaniya Iraqê û Herêma Kurdistanê kir. Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkaî û piştevaniyên Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di têkoşîna li dijî terorê da, kir.
Her du alî li ser giringiya parastina aştî û aramiya navçeyê û xebata ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde hemfikir bûn, herwiha derbarê rewşa Êzdiyan li Şengalê û Xirîstiyan û pêkhateyên din li Deşta Neynewayê danûstandina nêrîn û ramanan kirin.
Di civînê da ku, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî tê da amade bû, çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş jî hatin gotûbêjkirin.
