Gelo kî dibe namzetê serokomariyê yê CHPê?

Namzetiya serokomariyê ji hilbijartinên herêmî ve heta niha di nava CHPê de tê gotubêj kirin. Her navê şeredarê Stanbulê Îmamoglu derdikeve pêş. Herî dawî li ser vê mijarê serokê CHP da xûyakirin ku, ewê di nava partiyê de hilbijartinekî pêkbînin, endamên CHPê kî bixwazin dê ew bibe namzetê serokomariyê yê CHPê.
Di rapirsîna ku ji aliyê Dezgehê Lêkolînê ASAL ve hat kirin de ji beşdaran pirsa “Li gor we kî bibe namzedê serokomariyê yê CHPê?” hat kirin. Li gor encamên rapirsînê Serokê Şeredariya Enqere Mansur Yavaş bi 35,8 dengan bû yekemîn û Serokê Şeredariya Stanbulê Ekrem Îmamoglu jî bi 22,7 dengan bû duyemîn.
Di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de pêk hatin ve hetta niha nîqaşên li ser wê kî bibe namzetê Serokkomariyê yê CHPê dewam dike, encamên rapirsînê balkêşe..
Encama rapirsînê bi wehaye:
Mansur Yavaş (Serokê Şeredariya Enqere ): % 35.8
Ekrem Îmamoglu (Serokê Şeredariya Stanbulê): % 22,7
Ozgur Ozel (Serokê Giştî yê CHPê): %6,5
Kesek din: 4.4%
Tune: 4.3%
Bê fikir / Bê bersiv: 26,3%