Medya Îsraîl: ‘Trump dê leşkerên Amerîkî ji Sûriyê vekişîne’

Li gor îdiaya di çapemeniya Îsraîl, hat diyarkirin ku Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump dê leşkerên Amerîkayê ji axa Sûriyeyê vekişîne.
Li gor nûçeya televîzyona fermî ya Îsraîlê KAN, rayedarên payebilind ên Qesra Spî ku navê wan nehate eşkerekirin têkildarî rewşa leşkerên Amerîkî yên li Sûriyeyê peyamek ji Telavîvê re şandin. Di raporê de hat îdiakirin ku peyama Trump a ku gotibû ew dixwaze leşkerên Amerîkayê ji Sûriyeyê vekişîne ji rêveberiya Îsraîlê re hatiye ragihandin. Hat diyarkirin ku îhtîmala vekişandina leşkerên Amerîkayê ya ji Sûriyeyê bibe sedema fikar û nîgeraniya Îsraîlê.
Di raporê de her wiha hat ragihandin ku vekişîna leşkerên Amerîkayê dê bandorê li PKK/YPGê bike. Rêveberiya Îsraîlê der barê rapora KAN’ê de hîn ti daxuyanî nedaye.