Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî Christmas ê pîroz dike

Serok Nêrçîrvan Barzanî bi minasebeta ji dayikbûna Hezretî Îsa yê Mesih peyamek pîrozbahiyê ragihand.

Peyama serokê herêma Kurdistanê:

Christmas, cejna ji dayikbûna Hezretî Îsa yê Mesih, silavê Xwedê lê bin, bi germî li hemû xuşk û birayên mesîhî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim, cejneke pir bi şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim. Ez hêvî dikim ku hûn cejna xwe di rewşeke aram de pîroz bikin û bêhnvedanek xweş derbas bikin.

Di vê cejna pîroz de, em dûpat dikin ku Herêma Kurdistanê hertim dê weke landik û warê piralî, pêkvejiyana aştiyane, hevpejirandin, lêborîn û pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyên olî û nîjadî de bimîne. Di gel xuşk û birayên me yên Mesîhî û digel hemû pêkhateyan, em hemû bi hev re kar bikin ji bo avakirina niha û paşerojeke baştir ji bo nifşên xwe, ji bo welatekî ku maf û azadiyên hemû welatiyên xwe ji her ol û neteweyê bin biparêze.

Cejna ji dayikbûna Mesih li hemûyan pîroz be, bila her sal ji bo hemû mirovahiyê bibe sedema xweşî û aştiyê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.12.2022

Back to top button