
Ziman jiyane ziman hebûne
Xwîna dilaye ziman derûne
Heste rewişte awaze hîne
Ziman elinde ronî vejîne
Weje û dîroke dil û helbeste
Roman û çîrok ziman mebeste
Taca bilinde zanîn riste
Daxwaz û hîne ziman helweste
FERHENGA DÊRŞEWÎ yek ji wan Ferhengên herî hêjaye keda çarde sala ji berhevkirin û danhev û geryanêye mebest jê ewe li gor Mamosta Bêwar Dêrşewî nivîsî rakirna sînorên di navbera zaravayê kurdî de da bibê samanek ji bo zimanê meyê dewlemend û resen .
Ya dî ji bo ew gotinê nema tên bikaranîn û bê mebest hatine windakirin ji bo bimînin û bêne parastin ji widakirinê ji ber ku ziman hebûne kû ziman çû emjî çûn
Ev Ferheng zêdeyî 22 çavkanî û jêderên ku ji nav wan berhevkirî ji bilî seredanên wî yên kesayetî ji bo bakur , basûr û rojavayê kurdistanê û gelek gund û bajarajî geraye ji bo berhevkirina gotina kurdî yên resen .
Ev ferheng ji 1137 rûpela tê jimartin bi rengek ciwan hatiye çapkirin piştî min hinek rûpelê wê qulipandin bi rastî samanek netewiye pêwiste piştgîrî jêre bê kirin di hemî astande ,û pêwîste her malek kurd vê Ferhengê deynê malê ji bo nifşên werin zimanê xwe û gotinên resen winda nekin
Dikarim bêjim pîrozbê bismamê hêja te navê dêrşewya dîsa te berz û bilindkir dest xweş her serkeftîbî di hemî kar û xebata xwe de.