Cîhan
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Şahê Urdunê re dicive

Îro Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî diçe Emman, paytexta Şahnişîna Urdunê ya Haşimî.
Di serdanê de, dê bi Şah Ebdullayê Duyemîn ê kurê Huseyîn, Şahê Urdunê re bicive û li ser xurtkirina têkiliyên herdu aliyan û hevkariya hevpar a Iraqê û Herêma Kurdistanê bi Urdunê re gotûbêj bikin.
Her di vê çarçoveyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî dê bi hejmareke berpirsên bilind ên Urdunê re hevdîtin û civînan bike.