CîhanRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariya Konferansa Munich dike

serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezirê herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî tevlî Konferansa Asayîşa Munich a li Almanya dibin. Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo beşdarîkirina li Konferansa Asayîşa Munich da gihîşt Almanya.

Li çarçoveya konferansê da ku rojên 18 heta 20ê şubatê berdewam dike, Serok Nêçîrvan Barzanî çendîn hevdîtin û civînan li gel hejmarek ji serkirde û berpirsên bilindên welatan encam dide.

Herweha serokwezîr Mesrur Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê dibêje: Ez kêfxweş im ku beşdarî 58emîn Konferansa Munichê dibim. Ev konferans di demekê de birêve diçe ku bêmitmaneyiyeke mezin li ser asayîşa cîhanê û aboriya cîhanê li holê ye. Em ê hewl bidin ku nêrîna xwe di vê konferansê de eşkere bikin.

Back to top button