Li Pirmam serok Barzanî pêşwaziya balyozê Îtalya li Iraqê û şanda pêre kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Îtalya li Hewlêrê Michele Camerota amade bû, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, pêngavên destûrî yên piştî rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iarqê û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî hatin kirin.
Her di wê civînê de, Balyozê Îtalyayê pêzanîna xwe ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de nîşan da û tekez kir ku Îtalya ligel hevpeymanan di piştevaniya Pêşmerge û hêzên Iraqî de berdewam dibe.
Di beşeke din a hevdîtinê de, ji bilî amajekirina bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera her du aliyan de, tekezî li pêşvebirin û kûrkirina dostaniya gelê Kurdistanê û gelê Îtalyayê û bihêzkirina pêwendiyên Îtalya û Herêma Kurdistanê hate kirin.
Rewşa navxwe û hilbijartinên Herêma Kurdistanê, mijarên din ên civînê bûn û Serok Barzanî tekez kir, hilbijartina bê ya Parlamentoya Kurdistanê dê dema xwe de bê kirin.