Siyasetmedarê navdarê kurd Mehmûd Osman dibêje, biryara dadgeha federalî ya Iraqê li ser neft û gaza Kurdistanê siyasî û ne sirûştî ye.
Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman li ser betalkirina qanûna neft û gaza Kurdistanê ji aliyê dadgeha federalî ya Iraqê ve ji BasNewsê re got, biryara dadgeha Iraqê li ser hinartina neft û gaza Kurdistanê siyasî ye. Ev gilî 10 sal e hatiye tomarkirin. Gelo çima dadgeh wê biryarê dide? Lazim bû li bendê be heta hikûmeta nû ya Iraqê pêk dihat. Ji ber ku hikûmeta niha ya Iraqê hikûmetek demkî û bê desthilat e. Ji ber wê jî biryara dadgehê sosret û siyasî ye.
Wî siyasetmedarê kurd her wiha got, beriya niha jî çend caran li dijî hinartina nefta Kurdistanê gilî hatiye kirin lê vê carê pir bilez û bez ev biryar dan. Loma ev biryar ne sirûştî ye û siyasî ye. Helbet ev jî girêdayî nakokiyên navbrera aliyên siyasî heye.
Mehmûd Osman bang li hikûmeta Kurdistanê kir demildest bi Bexdayê re dest bi danûstandin bikin û vê arîşeyê çareser bikin.