Partiya Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê ragehand, biryara dadgeha federalî ya Iraqê li dijî neft û gaza Kurdistanê, siyasî ye.
Nerazîbûn û nîgeraniyên li hember betalkirina qanûna neft û gaza Herêma Kurdistanê ji aliyê dadgeha federalî ya Iraqê ve berdewam in.
Partiya Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê jî li ser vê yekê daxuyaniyek belav kir û ragehand, dadgeha federalî ya Iraqê dixwaze bi vî rengî xelkê Kurdistanê siza bide. Ev biryar bi temamî siyasî û li dijî xelkê Kurdistanê ye.
Di daxuyaniya wê partiyê de her wiha hatiye gotin, kîjan biryar û qanûnên hikûmeta Iraqê Destûrî ye heta hinartina neft û gaza Kurdistanê jî li dijî Destûrê be! Em di wê baweriyê de ne tevahiya biryarên hikûmeta Iraqê û dadgeha federalî ya Iraqê siyasî ne û li dijî xelkê Kurdistanê ne.
Ew partiya Kurdistanî bang li hemû xelk û aliyê Kurdistanî dike li dijî her komployekê amade bin û xwe bo her rewşekê amade bikin.