Polîtîk

Serok Kurdistanê li gel serkirdeyên aliyên siyasî civiya

Bi navê şêwirîn û danustandina bîr û ramanan û axaftina li ser li ber girtina helwesta bi hêz û yekrêziya nîştimanî li beranber tehdîdan da îro dûşem 11.08.2014 li Selahedîn bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî serkirdeyên bilindên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê û Tevgera Goran û Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê civiya.

Li vê kombûnê da rûdawên vê dawiyê û êrîşên terorîstan li ser ax û xelkê Kurdistanê xistin ber behs û bi hurî rewşa meydanî ya hêzên Pêşmerge li bereyên rûbirûbûnê û karvedanên siyasiyên êrîşa terorîstan li ser Kurdistanê hate nirxandin û kombûnê de tekez li ser pêwîstiya çareserkirina hemû cûre kêmasiyeke li bereyên ceng û her wiha diyarkirina rêwşuwênên pêwîst ji bo zêdetir parastina asayîşa Herêma Kurdistanê kir.

Aliyên siyasiyên beşdarî vê kombûnê kirîn piştgîriya xwe ya tevahî ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dûpat kir û ji bo xweragirî û hestkirina wan ya bi berpirsiyariya palpiştîkirina Pêşmerge û yarmetîdana koçberan spasiya xelkê Kurdistanê û aliyên siyasî û rêxistinên civaka medenî kirin û her wiha spasî piştevanî û bi deng ve hatina civaka navdewletî û welatên dostê gelê Kurdistanê kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku li parastina koçberan û hewandina wan da yarmetiya Herêma Kurdistanê bidin heta wê dema ku vedigerin ser mal û halê xwe.

Beşdarbûyên kombûnê pênç aliyên siyasî li gel Serok Barzanî daxwaz ji hemû hêzên siyasî û xelkê Kurdistanê kirin ku li vê dema hestiyar da bi yekhelwestî yekrêziya nîştîmanî biparêzin û tekez li wê yekê kirin ku hemû hêzên beşdarbûyên bereyên ceng pêwîste dûr bin ji nefesa hizbî û daxwaz ji dezgehên ragihandina Kurdistanê kirin ku bi çav vekirî û zêdetir hestkirina bi berpirsiyariyê muamele li gel rûdawan de bikin û berjewendî û asayîşa neteweyî ya Herêma Kurdistanê ber bi çav bigrin.

Proseya siyasiya Iraqî jî mijareke vê kombûnê bû û têda beşdarbûyên kombûnê şermezariya hemû cûre hewlekî li Bexda kir ku bîhna têkdana prensîpa tewafuq û kûdetaya serbazî lê bê û palpiştiya xwe ya tevahî jî ji bo birêz Dr. Fuad Mehsûm Serok Komarê Iraqê û proseya demokratî û destûrî ya Iraqê ragihand û hêvî jî xwest bi zûtirîn dem dawî bi qeyrana siyasî bê. Di derbarê proseya pêkanîna Hikûmetê ragihandin ku rêz li her biryarek digrin ku ji aliyê hevpeymaniya nîştîmanî ve li ber bigre. 

Aliyên siyasiyên beşdarbuyî ya vê kombûnê biryarê dan ku ji bo rûbirûbûna pêşhatan û çareserkirina giriftan mekanîzmeke guncaw li ber bigrin û raguhertin û kombûnên li gel wan jî berdewam bibê.

Back to top button