Elmanya amadeye alîkariya Kurdistanê bike
Êvariya îro dûşem 11.08.2014 li rêya telefonê ve Frank-Walter Steinmeier Wezîrê Derveyê Elmanya peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.
Li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Derveyê Elmanya ji bo rûbirûbûna wan ya li dijî terorîstan û yarmetîdana koçberan û parastina xelkê sîvîl û pêkhatên olî û neteweyiyên Iraq û Kurdistanê, spasiya Serok Barzanî û hêza Pêşmerge û serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê kir.
Her li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Derveyê Elmanya palpiştiya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir û ragihand ku welatê wan amadeye li şerê dijî terorê da li cem gelê Kurdistanê rawestê û eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku Hikûmeta Elmanya nirxandina çawayiya hevkarîkirina Hikûmet û xelkê Kurdistanê dike.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya Wezîrê Derveyê Elmanya kir û ragihand ku xweşhalîn bi wê yekê li demên teng da dostên me piştevanî û hevkariya xwe ji bo gelê Kurdistanê dûpat dikin. Her wiha Serok Barzanî spasî wan hemû aliyan û welatan kir ku ji bo rûbirûbûna terorê yarmetiya Kurdistanê didin. Serok Barzanî eve jî xisterû ku Kurdistan tenê şerê rêxistineke terorîstî nake belku şerê dewletekî terorîstî dike. Serok Barzanî eve jî bi Wezîrê Derveyê Elmanya got ku gelê Kurdistanê serbilindane bergiriyê li xwe û paşaroja xwe dike û li serkeftina xwe dilniyayîn û li şerê teror û li xwe bergirîkirinê dibê. Her li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Derveyê Elmanya ragihand ku ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê li gel welatên Ewrûpayî û bi Herêma Kurdistanê re li peywendiya berdewam da dibin.