Serok: Em dixwazin ev welat bibê welatê yasa
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê bi serdanekî li bajarê Zaxo û li gel cemawerê bajar civiya.
Li destpêka civînê de Serok Barzanî li gotarek de spasiya amadevanan kir û mebesta serdana xwe ya Zaxo agahdar kir û pirsiyarekî pêşkêşî amadevanan kir ku gelo ev rûdaw bi daxwaza xelkê Zaxo buye yan daxwaza çend kesekî têkdaran bûye ku dixwazin nav û dengê gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê lekedar bikin.
Her wiha ragihand ku ev rewşa hatiye holê bi xwîna xelkê Kurdistanê buye ku beşa xelkê Zaxo ji wê xwînê beşeke şêr buye. Sîstemekî demokratî hatiye holê û hilbijartinekî azad li Herêmê hatiye encam dan û kes jî bi kudeta(darbeyên leşkerî) nehatiye ser desthilatê. Ew aliyên ku wiha hizir dikin Kurdistan wekî Misir û Tunise li wir da şaşiyê dane. Eger xwazyarê desthilatinê bila kerem bikin û xwe li rêya sindoqa dengdanê ve biceribînin.
Ol perwerdeye û rola zilamên olî jî şîret kirine. Kes mafê wî tûne fetwayên tirsnak wekî ya wê roja înê ya derbasbûyî bide û bibê sedema van hemû malwêraniyan.
Başe eger xelkek bihata kuştin ew kes beramberî xwedê û pêxember de çi digot? Nabê tu kes xwe bike wekîl û bi keyfa xwe tekfîra vî û wî bike. Şewitandina van hemû cihên geşt û guzariyan û her wiha baregehan gelek min êşand û niha min lîjneyekî lêkolînê pêkaniye û her kes û aliyeke xetabar bê divê bête sizadan. Tenê yek tişt heye ku amademe ji bo wê şer bikim ew jî parastina mafê netewe û olên li Kurdistanê ye û bi hemû birayên Mesîhî û Êzdiyan re jî dibêjim, welat welatê me hemûyane û ji bo parastina wê jî amademe şer bikim.
Em dixwazin ev welat bibê welatê yasa û her tiştek jî divê bi yasa bête rêkxistin neku bi mîzaca kesek yan aliyek. Xelkê Kurdistanê xwedî Parlemene û dikarê li rêya Parlemenê ve dengê xwe bigihîne.