Hevpeyvîn

Biraderên Misilman û pêşeroja Sûryê

Zuhêr Salim (1947) nivîskar e û li Londonê dijî. Di hevpeyvînekê de bi KurdWatch re peyvdarê Biraderên Musilman li Sûriyê li ser pirsa kurdî li Sûriyê diaxive.

KurdWatch: Di 17ê gulana 2005ê de cara pêşî bû Biraderên Musilman bi berfirehî nerîna xwe li ser pirsa kurdî li Sûriyê pêşkêş kir. Ev helwesta pêşî ya partiyeke siyasî ya sûrî li ser pirsa kurdî li Sûriyê bû. Li wir hûn Kurdan wek “pêkhatiyek bingehîn a tevna gelê sûrî” bi nav dikin, ku li ser “xaka xwe ya dîrokî” dijî. Li wir herweha hatiye nivîsandin ku di dewleta welatîbûnê de divê Kurd di desthilatê de bên beşdarkirin. Gelo îroj çi ji vê helwestê maye?

Zuhêr Salim: Em dewleta welatîbûnê dixwazin. Çi kesê ku li Sûriyê dijî yan li wir çêbûye, divê xwedî heman mafan be, ne giring e bê ew Ereb, Kurd, musilman, fileh, sûnî yan elewî be. Ev helwest neyê guhertin. Divê hemû qanii bin ku ew wekhev in. Wek mînak nabe ku yekî elewî bifikire ku mafên wî ji kesê sûnî bêtir in. Û nabe ku Erebek bifikire ku mafên wî ji yên Kurdekî bêtir in. Û berevajî. Ev nerîneke niştimanî ye. Divê rêz ji taybetmendiyên çandî û neteweyî yên her komekê re, wek mînak adet û rîtûal, bê girtin û ew bên pejirandin.

Hejmareke baş ji Kurdan konsêpta we ya mafên welatîbûnê wek asîmîlekirina Kurdên li Sûriyê dibînin.

Ji bo me Kurd ne hindikahî ne, ew beşek ji piraniyê ya li Sûriyê ne. Di dîrokê de Kurd tim pêkhatiyek bingehîn a piraniyê bûn. Gelek serokên dewleta Sûriyê Kurd bûn. Ti kesî nedipirsî bê çima ev wilo bû. Herweha mûftiyê dawî li Sûriyê Kurd bû. Şêx Remedan el-Botî jî kurê malbateke kurdî ye. Wî nifşek ji kur û keçên sûrî perwerde kirin. Ger kesek wek endamê hindikahiyekê bêtir mafan ji yên piraniyê bixwaze, hingî tiştek şaş di vê nerînê de heye. Nabe ku ti kom bifikire ku pêwîstiya wê bi bêtir mafan ji mafên giştî yên welatîbûnê heye. Gelo ev şaş e yan nerînên din şaş in?

Ew kesayetiyên kurd ku te behsa wan kir, tucarî doza mafên Kurdan nekiriye. Li Sûriyê tucarî li Kurdan wek dewlemendiyek nehatiye nerîn, lêbelê wek gefek. Ew ta roja îroj tên çewisandin, çimkî ew dixwazin Kurd bin û ne Ereb.

Biraderên Musilman tim ligel neteweperestên ereb di şer de bûn. Em li dijî daxwazên neteweyî ne. Dema em li dijî ramanên neteweperestên ereb mîna Mîşêl Eflaq, Selahedîn el-Bîtar û Partiya Bees bin, ev eşkere dike ku nerîna me li ser mirovan ne li gor eslê wan ê neteweyî ye. Em xwedî wê nerînê ne ku mirov li ser bingeha prinsîpan digihên hev an ji hev cuda dibin. Em ne alîgerên projeyên neteweyî ne.

Kurd ji mafên xwe yên neteweyî danakevin û ew dixwazin di çarçeweya dewleta sûrî de bi xwe biryara li ser çarenivîsa xwe bistînin. Di vî warî de behsa modêlên mîna federalî, hikûmzatî yan îdara zatî tê kirin.

Ger Kurdek ji Kobanî, ku navê wê hatiye guhertin û bûye Eyn el-Ereb, hatibe Helebê û li wir bi cî bûbe, û piştî pênc salan bibe berendamê parlamentê û bê hilbijartin: Ev ji mafê wî ye yan na? Ez vê pirsê dikim. Ez dibêjim ev ji mafê wî ye. Ew kurê vê civakê û vê dewletê ye. Heman tişt ji bo kesekî pêk tê ku mala xwe ji Helebê yan Humsê biribe Efrînê.

Ji mafê wî ye ku ew li wir xwe ji bo parlamentê bide hilbijartin? Ev in pirsên ku divê bên kirin. Lê dema em dibêjin ku emê dewletekê di hundirê dewletekê de ava bikin, ev nabe. Sûrî bi xwe hîn ne dewlet e, Sûrî projeya dewletekê ye. Ne tenê Kurd peymana Sykes-Pîcot red dikin, Ereb û hemû welatiyên Sûriyê jî wê red dikin. Em li ser wê riyê ne ku em Sykes-Pîcot li pişt xwe bihêlin. Ger tu li helwesta me ya li ser pirsa kurdî binerî, li wir hatiye nivîsandin ku Kurd li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn. Ger Kurd ji Tirkiyê hatibin jî, em wan wek Tirk nabînin. Em tevde li vî welatî çêbûne, emê li vir bijîn û bimirin. Kurd beşek eslî yê şaristanî, îdyolocî, dîrok û demografiya vê deverê ne.

Tu dibêjî ku herkes divê bikaribe li her deverê hilbijêre û xwe bide hilbijartin. Ev ji bo pejirandina partiyan tê çi wateyê? Hûnê partiyên neteweyî – yên kurdî û erebî – bipejirînin?

Em doza wê yekê dikin ku herkes partiya ku ew dixwaze, damezirîne. Gel ji aliyê xwe ve biryarê dide bê ew dixwaze kîjan partî nûnerîtiya wî bikin. Ev partî dikarin partiyên ilmanî, neteweyî yan olî bin.

Kurd dixwazin mafên xwe yên neteweyî di destûra sûrî de bidin çesipandin.

Dema em mafên welatîbûnê misoger dikin, hingî herkes digihê mafên xwe. Ger em behsa Kurdan bikin, hingî em çi ji bo Turkmenan bêjin? Ger em behsa Turkmenan bikin, hingî emê çi ji bo Çerkesan bêjin? Ger em behsa Çerkesan bikin, hingî emê çi ji bo Ermeniyan bêjin? Ne maqûl e ku hertişt bikeve destûrê. Bes dike ku qanûneke giştî ji bo hemûyan hebe. Hingî hewce nake ku em xwe mijûlî berfirehiya meseleyan bikin. Divê ev tişt zelal be. Encûmena Niştimanî ya Sûrî bi taybetî behsa mafên Kurdan dike. Ji bo mafên Turkmenan ev yek pêk nayê. Ger Turkmen li dijî me protesto bikin, emê hingî çi ji wan re bêjin?

Bi şêweyekî taybetî behsa mafên Ereban jî nayê kirin. Çima? Dewlet li ser bingeha qanûnên giştî tên avakirin. Li Brîtanyaya Mezin jî gelek netewe dijîn. Brîtanî xwe dabeş dikin ji bo Ingilîzan, Skotlendiyan, Îralndiyan û yên din. Di destûrê de behsa mafên taybetî yên neteweyên cuda nayê kirin. Rêza me ji vê helwestê re heye ku doza mafên taybetî ji bo take koman dike. Em dizanin bê birayên me yên kurd rastî çi êş û nedadmendiyê hatine. Em dizanin ku ew ji ber vê yekê xwe ser nasnameya xwe ya xweser bi israr in. Lê ez bawer dikim ku mafên giştî yên welatîbûnê wê ewlekariya pêwîst bidin wan.

Di dewletên skandinavî de gelê Samen xwedî parlamentên xweser e û dikare bi xwe li ser pirsgirêkên xwe biryarê bide.

Ez van konsêptan nas nakim, ez nikarim wan bidim ber rastiya li Sûriyê. Dixuye ku mesele îdara mehelî ye. Ev li Sûriyê jî heye. Li herêmên kurdî wî îdareyên mehelî hebin ku wê xwe mijûlî pirsgirêkên Kurdan bikin. Wê mafê Kurdan hebe ku xwe bi xwe mijûlî rewşa li herêmên xwe, îdareya dibistan û nexweşxaneyên xwe bikin. Ev wê di çarçeweya îdara mehelî de pêk bên.

Ev tê wê wateyê ku Kurd wê bikaribin li kêleka ala sûrî ala kurdî ya neteweyî jî bilind bikin?

Ji bo min al tenê nîşan in û ew ji bo min ne zêde balkêş in. Lê ez bawer im gerek tenê yek ala dewletê hebe. Pêwîstiya me bi çend alan heye? Ger heryek li kêleka ala dewletê ya xwe bilind bike, wê heftê alên me çêbibin, wek li cem Neteweyên Yekbûyî. Wê sê alên Kurdan hebin, û ev eger em behsa partiyan nekin. Divê em wek civat bifikirin, ne wek takekes. Ev şêweyê ramanê me dibe ser rêya çewt.

Li Sûriyê di nasnameya welatiyê kurd de hatiye nivîsandin ku ew welatiyê ereb ê sûrî ye. Tevî ku ew Kurd e û ne Ereb e. Wê ev yek di dewleta sûrî ya nû de jî wilo be?

Pirseke din: Welatiyê turkmen li Kurdistana Iraqê xwedî kîjan nasname ye?

Ew welatiyê turkmen ê iraqî ye, ew wek Kurd nayê binavkirin.

Û li Sûriyê jî welatiyê kurd sûrî ye.

Rast e, lê ew ne Ereb e wek ku di nasnameyê de hatiye nivîsandin.

Ma li Kurdistana Iraqê tenê Kurd dijîn? An Ereb, Turkmen, Ermenî û Aşûrî jî li wir dijîn? Nasnameya piraniyê nasnameya xelkê ye. Tenê şertek heye: Nabe ku nasnameya komekê ku xwe wek hinikayî dibîne, bê tunekirin. Em behsa hindikahiyan nakin. Lê hin mirov hene ku dibêjin ku ew ne beşek in ji piraniyê. Nasnameya piraniyê nasnameya dewletê ye. Ji mafê hindikahiyan e ku bigihên mafên xwe. Ji bo min yek ne li dijî ya din e. Ger Erebek li Zaxo yan Hewlêrê li Kurdistana Iraqê dijî, hingî jê re Kurdistaniyê iraqî tê gotin. Ev ne pirsgirêk e. Çima mirov wî mafê ku em ji xwe re dixwazin, ji mafê kesên din nabîne?

Kurdistanî ne têgeheke neteweyî ye, lêbelê têgeheke girêdayî ye bi herêma Kurdistanê ve. Lê erebî têgeheke neteweyî ye ku bi neteweya erebî ve girêdayî ye. Û Kurd ne Ereb in.

Erebî ne têgehek e ji bo welatîbûnê, ew têgeheke nasnameyê ye.

Çima mirov peyva “erebî” ranake û tenê behsa nasnameya sûrî nake?

Na, na. Bi cehenema [nasnameya] sûrî de kirî! Em Sûriyê napejirînin. Kê Sûrî çêkir? Sykes-Pîcot. Ev rast e yan ne rast e?

Belê, rast e.

Tu û ez Sykes-Pîcot napejirînin. Hûn [Kurd] xwe dibînin ku Sykes-Pîcot bi şêweyekî nedadmend behsa we kiriye. Em jî xwe dibînin ku Sykes-Pîcot bi şêweyekî nedadmend behsa me kiriye. Sûrî fênomêneke demî ye, dewletek e demî ye. Armanca me avakirina dewleteke ji bo tevaya umetê ye. Di vê dewletê de wê Kurdek desthilatdar be. Çimkî wê gelek ji sîûpênc ta çil milyon kes piştgiriya wî bikin.

Mebesta te dewleteke kurdî ye?

Na, ez behsa dewleteke islamî ji bo herkesî dikim. Ereb, Kurd, Tirk, Çerkes û hemû kesên din wê tê de bijîn.

Tu bawer dikî ku hûnê ji bo vê yekê li Sûriyê piraniyek peyda bikin?

Em tikesî mecbûr nakin. Ger piranî vê ramanê nepejirîne, hingî ew napejirîne. Pirsa li ser nasnameya sûrî jî wê sibe di dengdanê de bê çareserkirin. Em kesî mecbûrî tiştekî nakin ku ew naxwaze.

Ev tê wê wateyê ku Kurd di herêmên ku Kurd tê de piraniyê pêk tînin, wê bikaribin biryarê bidin ku li wê derê li kêleka zimanê erebî zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî?

Ev mafê wan e. Ez berdewam di televizyonê de li stranên tirkî û kurdî guhdar dikim. Tu dizanî ku stranên kurdî pir xweş in? Mane çanda me yek e. Çima hûn ji me [Biraderên Musilman] hez nakin?

Kî ji we hez nake?

Gelek kes. Hûn wek me ne û em wek we ne. Tu cudahî tunene. Xwedê mezin e. Em dixwazin Sykes-Pîcot li dû xwe bihêlin û dîsa bi hevre bijîn wek ku me di hezar û pêncsed salan de dikir. Xwedê alîkarê me be û em vê qeyranê li pişt xwe bihêlin.


PYD/PKK Biraderên Musilman bi imzekirina peymaneke nehênî bi Tirkiyê re gunehkar dike.

Hevkariya bi Tirkiyê re ne qebhet e. Em bi hemû aliyan re dixebitin. Em hêvî dikin ku PKK bi rêjîma Sûriyê re kar neke. Em hêvî dikin ku biraderên kurd bikaribin rewşa xwe baş binirxînin.

Hûn tên gunehkarkirin ku we di çarçeweya Encûmena Niştimanî ya Sûrî de soz daye Tirkiyê ku hûn hebûna Kurdan nepejirînin, ger hûn bibin desthilatdar.

Daxuyaniyên Encûmena Niştimanî li ber desên herkesî ne. Em hêvî dikin ku PKK û Kurd di demeke kurt de û li ser rêya aşityane bigihên mafên xwe. Derfeta ku bi Partiya Dad û Geşpêdanê (AKP) re derketiye peyda bûye, wê dubare nebe. Lê teqez PKK dikare berjewendiyên xwe baştir binirxîne.

PKK dubare got ku ew li Sûriyê di şerê li dijî AKP de ye. Wê Biraderên Musilman çi bikin ger ji hundirê Sûriyê ve êrîş li dijî Tirkiyê bên kirin?

Teqez emê li dijî vê êrîşê bin. Em nehêlin ku ji hundirê Sûriyê ve li dijî dewletên din gef bên xwarin.

Back to top button