Civak

Serok detxweşî li Pêşmege kir

Piştî wê yekê ku berî sibehiya roja çarşema 26.08.2015 hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li operasyonekî berfireh da li Mîhwera Başûrê Kerkûkê êrîş kirin ser baregehên terorîstên Da’îş rêzdar Kosret Resûl Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Mihemedê Hacî Mehmûd Serpereştyarê Mîhwerên Kerkûk û Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Ce’fer Şêx Mistefa Fermandeyê Yekê Heftih bi cûda û li rêya telefonê birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji serkeftinên Pêşmerge û têkşikandina terorîstan û azadkirina wan hemû cihên ku li plana helmeta Hêzên Pêşmerge da hebû agahdar kirin.Her li vê peywendiya telefoniyê da rêzdar Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Serpereştyarê Mîhwerên Kerkûk û Wezîrê Pêşmerge û Fermandeyê Yekê Heftih bi helkefta vê serkeftina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir.Li beranber da Serok Barzanî destxweşiyê li Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Serpereştyarê Mîhwerên Kerkûk û Wezîrê Pêşmerge û Fermandeyê Yekê Heftin û wan hemû Pêşmerge û Fermande û Hêzên asayîşê kir ku beşdarî wê operasyone bûne û spasiya qehremaniya wan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest. Her wiha serxweşiyê jî li kesukarê şehîdan kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.

Back to top button