CivakRojev

Serok cejna rojiya Êzî li êzidiyan pîroz dike

Serok Barzanî bi minasebeta cejna rojiyên Êzî peyamek belav kir û pîrozbahî li hemû êzidîyan kir.

Peyama Serok Barzanî:

Bi helkefta cejna rojiyên Êzî pîrozbahiyeka germ li xûşk û birayên Êzîdî yên li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim. Hêvîdarim ev cejin bibê destpêkeka nû ya ji bo aramî û bexteweriya tevahiya xûşk û birayên Êzîdî û nemana êş û azaran û ew sîtem û karesata ku li Kurdên Êzîdî hatiye encam dan.

Her bi vê helkefta pîroz tekez li ser birayetî, tebayî û berfirehkirina çanda pêkvejiyan û aştîxwaziya di navbera hemî pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dikîn.

Cejna hewe pîroz bît û bimînin bi xêr û xweşî.

Mesûd Barzanî

Back to top button