Nivîsar

Hevkarîya PKK û Heşda Şe’bî li Herêma Kurdistanê

Heşda Şe’bî rêxistinek li dijî Kurd/Kurdistanê ye. DAIŞ bo kurdan çi be, Heşda Şe’bî jî ew e. Dikare bê gotin ku Heşda Şe’bî rêxistinek yekpare nîn e, di nava wê da gelek alî hene. Lê taybetîya hevpar a hemûyan dijîtîya wan a Kurd/Kurdistanê ye.

PKK, bi hevkariya li gel Heşda Şe’bî hewl dide ku destkeftîyên kurdan xera bike û statuya Herêma Kurdistanê ji holê rake. Rêxistina ku di dawîya salên 1970ya da, bo Kurdistanek serbixwe û yekgirtî derketibû, îro ketîye vê rewşê. Pir zelal e ku xerakirina destkeftîyên kurdan, hilweşandina statuya Herêma Kurdistanê… daxwaza dewletên dagirkerên Kurdistanê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ye.

Yek. Ajansa Ewleyîya Giştî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Xazî Salih, midûrê Gumrika Derîyê Çelê di 8ê Ç. Pêşîna 2020an da, ji alîyê PKK/KCKê va hatîye kuştin.
Dido. PKK/KCKê, di 1ê Ç. Paşîna 2020an da, êrîş birîye ser xeta ku nefta kurdan vediguhast Ceyhanê. Xeta borîyan teqandîye. Tê ragihandin ku Herêma Kurdistanê her rojek bi 10 milyon dolarî dikeve zerarê. Ev karek e ku ancax hêzên dijminê kurdan dikarin bikin. Zelal e ku derdora kurdan/Kurdistanê bi hêzên dijminê kurdan dorpêçkirî ye.
Sisê. Di 5ê Ç. Paşîna 2020an da, li Çemenkayê, PKK/KCKê êrîş biriye ser yekîneya pêşmergeyan, pêşmergeyek kuştîye û sisêyan jî birîndar kiriye.
Ev hemû di kîjan rewşa civakî, siyasî û rûhî da dibin? Di rewşek ku Mesûd Barzanî dibêje ‘Me şerê birakujîyê heram kiriye.’ û bi îsrar vê prensîbê diparêze da pêk tên.
Çar. Ji serê Kanûna 2020an ve li Silêmanîyê û navçeyên wê, bi navê ‘em mûçe dixwazin’ xwepêşandan tên li dar xistin. Avahîyên partîyan, bi taybetî jî yên PDKê tên şewitandin. Tê dîtin ku li qadên wek Seyîdsadiq, Premegrûn, Tekîye, Xurmal, Pêncwîn, Raperîn, Germîyanê PKK/KCK wek hêzek provokator dixebite. Li hin qadan şewitandina avahîyên PDKê li ber çavê asayîşa Silêmanîyê pêk tê.
Baş dîyar e ku divê qada xwepêşandanên mûçeyan ne Silêmanîyê, Bexda be.
Pênc. Di êrîşa ku di 10ê Kanûnê da, li Dokanê pêk hat da, pêşmergeyek jî şehîd bûye. Li ser bûyera şehîdkirina pêşmergeyek li Pêncwênê, Hêrîş Mela Xidirê ji YNKê, ev şîrove “Ew pêşmerge, bi çeka kanasê ya sûîqestê, hatiye şehîdkirin. Ti xwepêşander nizane vê çeke bikar bîne. Lê li wê herêmê hêzên PKK û PJAKê hebûn. Birastî ez ji wan guman dikim.” kiriye. (bnr. Nûçeya bi sernivîsa “Rayedarê YNKê: Dema ku YNK, pêwendiyên xwe û PKKê di ber çavan ra derbas bike hat” Nêrînaazad, 13ê Kanûnê 2020)
Şeş. Medyaya PKKê, vekirî banga hilweşandina Herêma Kurdistanê dike.
“…balkêş e, medyaya PKKê, nûçeyên ku piştgirîya tîma dijî Herêma Kurdistanê ya li Parlamentoya Iraqê dike û vekirî banga hilweşîna Statuya Herêma Kürdistanê dike, diweşîne. Çavkaniyên ewlehîya Herêma Kurdistanê radigihînin ku kesên bi maske ên cih di xwepêşandanan da digirin PKKyî ne û bo bûyerên tund geş bikin provokasyonan dikin.
Di bûyerên tund ên li bajar û bajarokên bi ser bajarê Sulêmanîyeyê yê Herêma Kurdistanê ve rûdan da, avahîyên PDKê, saziyên hikûmetê, embarê arşîva tapûyan, şaxên trafîkê, malên qaymeqam û midûrên nahîyeyê hedef hatine girtin.

Di bûyerên tund da, cihgirtina komên rû bi maske yên ciwan û zarokên ku ti eleqeya wan bi karmendên bo mûçe xwepêşandan dikin ra tune ye balê dikişîne.
Tê dîtin ku medyaya PKKê jî bi manşetkirina nûçeyên ku bûyeran geş dike, statu û Hikûmeta Herêma Kürdistanê hedef digire û derdoran zixt dike. Tê dîtin, bi taybetî jî bi nûçeyên di zaravayê soranî da, hêrsa ciwanên Başûrî li cihê Bexdayê bo arasteyê Herêma Kurdistanê bike, manîpule dike.
Osman Ocalan, siyasetmedarê kurd, di vê mijarê da bi BasNewsê ra axivî, diyar kir ku PKK dixwaze şêweyê tekoşîna xwe ya ku li Bakurê Kurdistanê têkçûna wê anî, li Silêmanîyê bike merîyetê, got “Tecrubeya PKKê ya ku berê têkçûnê anîye, çewt e. Bi vî awayî ne PKK biser dikeve ne jî rewşa herêma Kurdistanê sererast dibe. Qurbanîkirina Silêmanîyê nayê qebûl kirin.”
Rojnameger-nivîskar Cemal Ebdula jî got ku di bûyerên tund ên li Sileymaniyê da, belge hene ku PKKyî beşdar bûne û bi zixtkirina ciwanan, wan dane êrîşkirin bi ser hikûmet, avahîyê partîyan ve.
Cemal Ebdula axaftina xwe wiha domand: “Bi awayek vekirî PKK bi rêya medyayê bo ku alozê li herêma Kurdistanê biafirîne, banga karên tundî dike.
Kesên ku hevkariya van karên kirêt ên PKKê dikirin, dema ketin ferqa mezinîya van bûyeran, tirsek mezin ket dilê wan.
Cemal Ebdulayê ku pêwîstiya di berçavan ra derbeskarina sîyaseta xwe, ya partîyên ku bi PKKê ra dostanî dikirin, anî ziman û got “Partîya ku dost didîtin, endamên xwe bo şewitandina avahiyên wan dişîne. Bi awayê, ev çawa dostanî ye?” berteka xwe nişan da. (Nêrînaazad, 12 Kanûn 2020)
Medyaya PKKê li ser hev dinivîse ku dewletên Sûrîye, Tirkiyeyê meşrû ne, lê Kurdistana serbixwe ne meşrû ye. Ancax dewletên wek Iraq, Îran, Sûrîye, Tirkiyeyê ku bi hevkarî Kurdistanê di bin guvaşa kolonîya nav dewletan da digirin, karin vê bibêjin.
Heft. Li gorî nûçeya K24ê, şeva 13-14ê Kanûnê, li gundê Derîşê yê Amêdiyê, PKKyîyan hewldane ku bê destûr, bi wesayîtan di xalek pêşmergeyan ra derbas bibin, li ser hişyariyê pêşmergeyan gulebaran kirine.
Di nûçeyê da tê ragihandin ku paşê PKKyîyan ji çar alî ve dest bi gulebarandinê kirine û di êrîşê da pêşmergeyek bi navê Evdirehman Emîn şehîd bûye. (Nêrînaazad, 14 Kanûn 2020)
Heşt. Li gorî nûçeya K24ê hat ragihandin ku ji alîyê kesên nediyar ve, bi ser avahîya PDKa Çemçemalê ve bi keleşnîkofan êrîş hatiye kirin. (Nerînaazad, 14 Kanûn 2020)
***
Şingal herêma kurdan e. Heta nîva salên 1970yan li Şingalê yek malbatek ereb tune ye. Sedam Huseyin, bo Şingalê bi ereb ke, sala 1975 û piştî wê dest bicihkirina malbatên ereb li virê kiriye. Îro jî PKK/KCK hewl dide bo Şingalê ji Kurdistanê dûr bixe, bo vê jî bi Heşda Şe’bî ra di nava ortaxî, hevkarî da ye, li Şingalê. Îro li Şingalê PKK/KCK bûye parêzvanê berjewendiyên Îranê.
Rêveberîya Herêma Kürdistanê qadeke ku li cadeyan, li kolanan, li aşxaneyan, li kafeyan, li otêlan, li dibistan-universiteyê, li sûk- bazarê, li mizgeftê, li mescîdê, li parlamentoyê-li wezaretê, li beledîyê, li artêşê, li cem polîsan… li her derê dengê kurdan olan dide. Qadek e ku hatîye rizgarkirin. Li her cihî hewaya kurd/Kurdistanê tê sendin. Ji nêzîk ve tê zanîn ku bo bidestxistina van destkeftan jî bedelên pir giran hatine dayîn. Divê bi baldarî statuya Herêma Kurdistanê bê parastin. Hewldana hilweşandina vê statuyê, ancax karê hêzên dijî kurd, dijî Kurdistanê ye.

Divê PKK/KCK bo nasîna serwerîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê dawet kirin. Ger nasneke divê herêmê terk bike. Ger terk neke divê bi sepandina mueyîdeyên îdarî û cezayî ra rû bi rû bimîne.

Îsmail Beşîkçî

Werger: Ahmed KANÎ

Çavkanî: Rojnemeya Kurdistan

Back to top button