Polîtîk

Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Iraqê rewşa dawî nirxandin

Roja sêşem 11.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Elî El Hekîm Wezîrê Derveyê Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û Iraqê guftûgo kirin û ronahî xistin li ser proseya siyasiya Iraqê û çawayiya rûbirûbûna qeyranên Iraqê û di derbarê babeta raspardina Serok Wezîrê nû yê Iraqê de danustandina bîr ramanan kirin.

Her li vê civînê de tekez li ser bi cîh kirina daxwaziyên xwepêşanderan û li ber çav girtina daxwaziyên hemû pêkhatên Iraqê kirin.

Gefa hizra tundiyê û egerên bihêzbûna Da’îş mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

 

Back to top button