Polîtîk

Serok Barzani û Tom Barak rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Tom Barak û Serok Barzani bi rêya telefonê axivîn û li ser çend mijarên têkildarî Sûriyê, bi taybetî Rojavayê Kurdistanê, gotubêj kirin.

Nûnerê Amerîkayê yê li Sûriyê Tom Barak got ku wî bi Serok Mesûd Barzani re bi rêya telefonê axivî da ku li ser rewşa Sûriyê, girîngiya parastina agirbestê û misogerkirina gihîştina alîkariyên mirovî bo kesên hewcedar, bi taybetî li Kobaniyê, nîqaş bikin.


Nûnerê Amerîkayê yê li Sûriyê di rojên dawî de du caran serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serok Barzani û Nêçîrvan Barzani re civiyayîbû.

Daxuyaniya Tom Barak:

“Min îşev bi Birêz Mesûd Barzani re bi rêya telefonê axaftinek berhemdar kir da ku li ser rewşa Sûriyê û girîngiya parastina agirbestê û misogerkirina gihîştina alîkariyên mirovî bo kesên hewcedar, bi taybetî li Kobaniyê, hevkariyek bi bandor bi Dewletên Yekbûyî re nîqaş bikim.”

Back to top button