Serok Barzanî û Serokomarê Îranê civiyan
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi fermî Serok Mesûd Barzanî vexwend ji bo serdana Komara Îslamî ya Îranê bike.
Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Îlonê li Hewlêrê pêwazî li Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê, hatin kirin û tekezî li ser hevahengî û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê di warên siyasî, aborî û çandî de hate kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Serokkomarê Mesûd Pizîşkiyan bi fermî Serok Barzanî vexwend ji bo serdana Komara Îslamî ya Îranê bike.”
Pizîşkiyan duhî 11ê Îlonê danê sibê gihîştibû Bexdayê û di kongreyeke rojnamevanî de got: “Peywendiyên me ligel Herêma Kurdistanê baş in û emê wan baştir bikin.”
Herêma Kurdistanê û Îran hevsînor in û sê deriyên fermî di navbera wan de hene, lewma her du alî hewla pêşxistina pêwendiyên bazirganî di navbera xwe de didin.