Polîtîk

Herêma Kurdistan û Îran tekezî li ser pêşxistina peywendiyên xwe dikin

Birêz  Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê sibê roja pêncşemê 12.09.2024ê li Balefirgeha  Navdewletî ya Hewlŵrê pêşwazî li birêz Masûd Pizişkiyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê û şanda pê ra kir.

Piştra di civînekê da ku, bi amadebûna birêzan; Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Dr. Fuad Hisên Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  û berpirsên payebilind yên her du aliyan,  Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember vê serdanê nîşan da û yekem serdana Serokomarê Komara îslamî ya Îranê bo Îraq û Herêma Kurdistanê weke peymeke bihêz ya dostane di navbera her du aliyan da wesif kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî  xwesteke Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevpar bi Komara Îslamî ya Îranê ra di hemû waran de nîşan da û bal kişand ser wê yekê ku gelê Kurdistanê hertim rêz û hurmetê ji piştevanî û hevkariyên Komara Îslamî ya Îranê  di rojên dijwar da digre.

Serok Pizişkiyan, ji aliyê xwe ve,  kêfxweşiya xwe bi serdana Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku, Komara Îslamî ya Îranê giringiyê bi peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra dide û dixwaze di hemû waran da  peywendiyên xwe digel wan baştir bike  û pirsgirêk û astengiyên li pêşiya wan peywendiyan hene ji holê rakin.

Her du aliyan pêwendiya dostane û yên dêrîn yên Îranê digel Herêma Kurdistanê di warên siyasî, civakî û çandî da bilind nirxandin. Piştra birêzan;  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr behsa asta nuha ya têkeliyên aborî û tevgera bazirganî û çawaniya berfirehkirina wan û warên hevkariyên hevbeş di navbera wan da kirin.

 Di vê hevdîtinê da çendîn mijarên ku di berjewendiya her du aliyan da ne hatin gotûbêjkirin û behsa giringiya parastina aramî û seqamgiriya navçeyê kirin û di vê  çarçoveyê da tekîd li ser wê yekê jî kirin ku, Herêma Kurdistanê ti carî nabe çavkaniya metirsiyê  li ser Îran û welatên cîran û bi temamî pabendî rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê da ye. Piştî hevdîtinê, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û şanda pê ra digel aliyên siyasî, pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê civînek pêk anîn ku, têda behsa giringiya peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îranê ra  dewlemendiya civakên pir olî û pirneteweyî kirin û her du aliyan tekîd li ser aştî, pêkvejiyan, yekrêzî û biratiya navbera gelê navçeyê  û tevaya pêkhatey..

Back to top button