
Li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Rûsî ya bi Serokatiya nunerê taybetî yê Serokê Rûsyeyê yê bo karûbarê Rojhilata Navîn û Efrîqayê û herwiha Cîgirê wezîrê derve Michael Bogdanov kir.
Di civînê de nunerê Serokê Rûsyeyê silav û rêzên Serokê Rûsye û wezîrê derve yê vê welatî gehandine Serok Barzanî û tekez li ser girîngiya pêgeha gelê Kurdistan û Kurdistanê li Îraq û deverê de kir û anî ziman ku li gor Rûsyeyê Kurdistan li Îraqê de xwedan roleke gelek girîng û mezine û faktereke girîng ya aramiyê ye.
Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî ya Îraqê û hilbijartinên parlementoya Îraqê jî hatekirin.
Di beşeke din ya civînê de gefên terorê li ser ewlekarî û asayîşa deverê hatin nirxandin û her du alî hemfikir bûn li ser nehêştina sedemên serhildana terorê.
Rewşa Sûriyeyê mijareke din ya civînê bû û Serok Barzanî jî dilgiraniya xwe ya li hember pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê gehande şanda Rûsî.
Di dawiya civînê de şanda Rûsî behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera Rûsye û gelê Kurd de kir û rola malbeta Barzanî bo pêde birina têkiliyên han bilind nirxand û daxwaz kir têkiliyên Rûsyeyê yên li gel Kurdistanê berfiretir bibin.