PolîtîkRojev

Rusya û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Rûsî civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro çarşem 1ê Çiraya pêşê ya 2021an me pêşwaziya şandeke bilind ya Rûsî bi Serokatiya nunerê taybetî yê Serokê Rûsyeyê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Efrîqayê û Cîgirê wezîrê derve Michael Bogdanov kir.

Di civînê de me giftûgo li ser pêşhat û guhertinên Îraq û deverê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Rûsyeyê kir.

Nunerê taybetî yê Serokê Rûsyeyê, silav û rêzên Serkirdatiya Rûsyeyê gehandine me û behsa rola diyar û berçav ya Serok Barzanî kir ku, Rûsye weke pêşewayê Kurd li dinêre û behsa pêgeha girîng ya herêma Kurdistanê û têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera Rûsye û herêmê de kir û tekez li ser vê yekê kir ku, lazime ramanên hikûmeta herêma Kurdistanê yên derbarê guhertin û pêşhatên li deverê de li ber çav werin girtin.

Di berdewamiya civînê de me jî amadebûna herêma Kurdistanê bo geşedana zêdetir ya têkiliyan li gel Rûsyeyê di tevahiya waran de diyar kir bi taybetî berfiretir kirina derfetên hevkarî û hemahengiyê bo wan mijarên ku cîhê girîngiyê ne bo her du aliyan.

Di beşeke din ya civînê de me giftûgo li ser rewşa Sûriye û pirsa Kurd li deverê de kir.

Me herwiha tekez li ser girîngiya hebûna nexşe rêyeke siyasî bo çareser kirina pirsa Kurd li Sûriyeyê yaku dûr be ji tekreviyê û xwesepandinê û bi awayek ku nuneratiya tevahiya aliyên Kurdî li Sûriyeyê bike kir.

Back to top button