li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Riyaz Hicab Serokê Desteya Bilinda Danustandinên Rikeberên (Opozîsyon) Sûriye kir.Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Sûriye û her wiha guftûgo û danustandinên Cênêv ya li ser çareserkirina qeyrana Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin.Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest ku danustandinên Cênêv bi xêr û li berjewendiya xelkê Sûriyê de bigihe encamek û piştevaniya xwe jî ji bo her hewlek ku bibê sedema dawî anîna bi êşên gelê Sûriye nîşanda.
Pêş
22/10/2026
Amerîka ji Iraqê xwest ku sînorê Iraqê bi Îranê re bigire
22/10/2026
Li Siûdiyê êrîşî Firokxaneya Şah Fehd hat kirin: Kuştî û birîndar hene
Têkildar
Balkêş e ?
Close


