Kurê Rezazê Cizerî nas bikin û bidin nas kirin

HOZAN DÊRŞEWÎ

Di nava her miletekê de pispor û zana ango xwedî pencemor hene, lê ji ber ku kurd û welatê kurdan di dirêjahiya dîrokê de gelek caran hatiye dagîrkirin, agahiyên nasiyar û leheng û pisporên kurdan jî hatine windakirin yan jî li ser dagîrkeran ve hatine naskirin.

Yek ji zanayên herî mezin di dîroka mirovahiyê de ku niha pirtûkên wî li zankoyên cîhanî tên xwendin, zanayê kurd endaziyar Ismayîlê kurê Rezazê Cizerî ku bi Bedî-ûl Zaman Ebûl-îz Îsmayîl bin El-Razaz El-Cezîrî tê nas kirin.

Kurê Rezazê Cizerî di sala 1136an li taxa deriyê çiyê ya bajarê Cizîra Botan a bakûrê Kurdistanê, ji dayik bûye, piştî 25 salan ji xebata zanîn û afrandinê li bajarê Amedê, Cizerî rojên xwe yên dawiyê li bajarê xwe , Cizîra Botan jiya, û li wir di sala 1206an de koça xwe ya dawî kir, gora wî jî niha li tenişt gora Nûh pêxember li Cizîrê ye.

220px-Al-jazari_elephant_clock

Cizerî serokê endaziyarên mîkanîkî li cem desthilatdarên Amedê bû, bihtirî 50 dahênanên mîkanîkî afirandin ku bûne bingeha zanista mîkanîk û zanista Sîbernetîkê.

Cizerî dahênanên xwe di sê pirtûkan de kom kirine û şirove dike, ku navê pirtûkên wî ev in:, zanîna fêlên endaziyarî, pergal û şêwe, komkar di navbera kar û zanistê de ji bo çêkirina fêlanan.

Dahênanên Cizerî di 6 cureyan de hatine dabeşkirin:

  1. Dahênanên demjimêran(Fenkan) -ku 10 Dahênan in.

  2. Dahênanên wêneyên xweşikbûna odeyên mîr -10 Dahênan in.

  3. Dahênanên mekîneyên xwebixwe kar dikin(Otomatîkî)-10 Dahênan in.

  4. Dahênanên mekîneyên zirnê û nafûreyên avê-10 Dahênan in.

  5. Hiljorên avê-5 Dahênan in.

  6. Şêwayên ne wekhev -5 Dahênan in

Cizîrî di pirtûkên xwe de ku bi Erabî nivîsandine, çend gotinên kurdî bi kar anîne, mîna: , kaxet , dendance , rewşen, zerfîn, mexrece(xurcik), berkar, mêzer, sosin, fenkan, zinar û gelek gotinên din.

Gelek dahênanên Cizîrî li mûzexaneya zanistî de ne li Birîtaniyayê.

-Di sala 1973 an de li bajarê Bostin li USA pirtûkên Cizerî hatine wergerandin bo zimanê Inglîzî.

-Widemann(Dr.pr) li ser Cizrî weha dibêje : “Cizerî avakarê yekemîn e yê zanista sîbernîtîkê”.

-Di sala 1976 an de , navê Cizerî hat xelatkirin ji aliyê fastivala zaniyarê Islamîk ve , li Birîtaniyayê.

-Donald Hel(E.Br) li ser Cizrî weha dibêje : “ Cizerî zengînek e di zanista mîkanîkî de di dîroka zanistê de“.

-Len Wayt(pr) ) li ser Cizrî weha dibêje : “Cizeîrî berî zaniyarên Oropayê bi 300 salî “kereng” dahênan kiriye.

Navê kurê Rezazê Cizerî li cîhanê belav bûye weke mezintirîn endaziyarên mîkanîkî di dîrokê de ku pirtûkên wî tên xwendin di zankoyên herî pêşketî de, Tirk, Firs, Ereb û gelek netewên regezname û reseniya Cizerî li xwe digirn û wî yek ji mezinên dîroka xwe didin naskirin, pêwîst e ji bo Cizerî nav li zankoyên kurdî were kirin, dîrok û dahênanên wî jî di nav kurdan de werin naskirin û şirovekirin.

05.04.2016

………………

Nerîna min :