PolîtîkRojev

Serok Barzani û Nurî Malikî civiyan

Serok Barzanî îro, li Selahedînê pêşwazî li şandeke bilind a Çarçoveya Hevahengî ya bi serokatiya Nûrî Malîkî kir.

Derencamên hilbijartinên cotmeha îsal a Parlamentoya Iraqê û dawî pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de tekezî li ser pêdeçûna bi hikûmraniya Iraqê, sûdwergirtina ji ezmûna rabirdû, liberçavgirtina prensîpên şeraket, lihevkirin û hevsengiya di proseya hikûmraniyê de hat kirin.

Di civînê de li ser mijarên tedayên li ser dahatûya Iraqê, xizmetguzarî, metirsiya terorê, pirsgirêka jîngehê, kêmavî û daxwazên hevwelatiyan jî gotûbêj hatin kirin û tekezî li ser berdewamkirina hewlan ji bo nêzîkkirina boçûna aliyan û mafên pêkhateyan hat kirin ji bo dîtina çareseriyeke guncaw bo qonaxa dahatû û derbaskirina tedayên li ber pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê.

Serdana şanda Çarçoveya Hevahengî bo Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku çend roj berê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi şandên cuda çûn Bexdayê û li gel aliyên Iraqî civiyan û piştî wan civînan, herdu alî roja Yekşemê li Silêmaniyê civiyan û diyar kirin ku wan dê bernameyeke hevbeş hebe ji bo gotûbêjên li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê.

Çarçoveya Hevahengî ku bereyeke Şîe ya nerazî ye li hember encamên hilbijartina 10ê Cotmehê, nêzikî 60 kursî bidest xistine. Ev jî di demekê de ye ku di hilbijartinên 2018an de vê bereyê 135 kursî bidest xistibûn.

Back to top button