PolîtîkRojev

Divê PDK û YNK yek helwest bin

Şanda PDKê duhî li Silêmaniyê li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya, piştî civînê Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî da xûyakirin ku;Herêma Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî ve, ketiye herêmeke mijawî ku Rojhilata Navîn e, ji ber wê û ji bo xwe, dîrok û erdnîgariya xwe biparêzin, divê PDK û YNKê û partiyên din jî yekhelwest bin.

Fazil Mîranî dibêje: Me bi YNKê re civîneke baş kir û me guftûgo li ser pirsa destûra Herêma Kurdistanê, awayê hikumraniyê, çawaniya serederiya li gel Bexdayê û Komisyon û hilbijartinan kirin.

Mîranî got ku, PDK û YNKê çend komîteyan pêk tînin û piştre careke din bi hev re dicivin û got: “Bi nêrîna min, pêwîst e PDK û YNKê zû zû bi hev re bicivin.”

Sekreterê Polîtburoya PDKê got jî: “PDKê li gel wê yekê ye ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin.”

Back to top button