PolîtîkRojev

Di Adarê de hilbijartin mimkin e.

Li gora guhertinên di warê darayî de li Tirkiye rûdidin, serokê dezgeha MAK Ali Kulat îdia kir ku li Tirkiye hilbijartinên pêşwext di meha Adara 2022ê de têne çêkirin.

Li Tirkiye ji meha Îlonê heta niha rojane Dolar li himber lîreyê Tirkî biha dibe. Di meha Îlonê de dolarek 8 lîreyî Tirkî bû. Lê vê dawiyê dolarek bû nêzikî 18 lireyê Tirkî.

Hukumeta Erdogan gavek avêt û hinek biryar girtin, dolar daket 12 lîreyê Tirkî. Ev yek wek serkeftinekî ya Erdogan hate nirxandin û herweha hat gotin ku Erdogan leyiztika li ser Darayi ya Tirkiye xira kir. Bê guman gelek nirxandinên cuda di vê derbarê de têne kirin. Lê gava dawî hukumetê avêtî wek serkeftineka Erdogan tê nirxandin û ev yek jî ji bo Erdogan derfetekî dertêxe holê.

Gelek şîrovekarên siyasî dibêjin ku, Erdogan dixwaze vê derfetê bi kar bîne û hilbijartinên pêşwex çêke. Ji bo vê Kulat jî dibeje ku;Eve demek dirêj bû bilindbûna pereyên biyanî ji kontrolê derketîbû.Vê yekê dida xûyakirn ku, piyasa Tirkiye bê xwediye. Vê rewşê derfetek ji muxalefetê vekir û wan jî gelek bi tundî dijê hukumetê propagande dikiran. Muxalefetê digota Tirkiye baş nayê îdarekirin û ev helwesta muxalefetê di nava xelkê de jî pişgiriyek mezin peyda dikir.

Berdewamiya axavtina xwe de Kulat dibêje: Erdogan di qonaxek halê de hinek tedbîr wergirtin û bihayê dolar di şêvekî de 6-7 lîre anî xwar û garantiya ku perê Tirkiye li himber Dolar nehelê da. Vê yekê bandorek bi hêz li civatê kir. Ji bo vê Erdogan dikare di Adara 2022ê de hilbijartinên pêşwext li darbêxe.

Back to top button