Nivîsar

CEJNA YELDAYÊ PÎROZ BE

Di Şeva Yeldayê de gelek malbatên Kurd, diyarî û xwarinên xweş ji dost û cîranan re dibin û cejna wan bi navê şevçelegiyê pîroz dikin û dibêjin: ”Di vê şeva dirêj de mala we germ be û dilê we xweş û geş be.

Zeynelabidîn Zinar

Îşev Cejna Yeldayê ye.

Jê re Cejna Yeldayê jî tê gotin.

Cejna Yeldayê pîroz be û bi xweşî û aramî be.

Cejna Yeldayê, kevntirîn cejn e ku ji aliyê neteweyên Arî ve tê pîrozkirin.

Ji vê şevê re ŞEVA ÇILE jî tê gotin, piştre 40 rojên ziviztana reş dest pê dike.

Ev şev, şeva herî dirêj a salê ye ku li pey wê, êdî rojên kurt dest pê dike.

Şeva Yeldayê, şeva 21ê Çileyê Pêşî ye û destpêka şevên dirêj e, heta Newrozê (21ê Adarê) didome, hêj nû şev û roj dibin mîna hevûdu.

Di vê şevê de neteweyên Arî, bi taybetî Neteweyê Kurd şîvê pir xweş çêdikin, heta sibehê ku roja sala nû derkeve digel zebze û meywe dixwin û vedixwin, herweha digel xwarin xwe ji bade û meyê jî kêm nahêlin. Ji xwarinê zêdetir govend û dîlan gerr vedidin.

, hellbestên Melayê Cizîrî bi piranî ”Dil ji min bir dil ji min…” û yên Melayê Bateyî, Feqiyê Teyran, Nalî û gelekên dî jî dixwînin.

Ew kêf û şahiyên di Şeva Yeldayê de, zêdetir di nava Kurdên bawermendên ola Îsa, ya Mûsa, ya Zerdeşt û Kurdên Ezdayî de çêdibin.

Di Şeva Yeldayê de gelek malbatên Kurd, diyarî û xwarinên xweş ji dost û cîranan re dibin û cejna wan bi navê şevçelegiyê pîroz dikin û dibêjin: ”Di vê şeva dirêj de mala we germ be û dilê we xweş û geş be.”

Herweha zarûk û xortik derdikevin derva û li hawîdoran agir pê dixin.

Çendî ku hinek vê şevê bi roja çêbûna Îsa Pêxemberî ve girêdidin, lê belê sê roj di navberê de hene. Bi piranî reha vê şevê bi jidayikbûna Mihrayê Xwedanê Rojê ve girêdidin.

Ji bo Şeva Yeldayê gelek baweriyên cuda hene, hin ji wan ev in:

. Xweda piştî Şeva Yeldayê dîsa jinayê diafirîne.

. Sedemê ku di vê şevê de kes ranazê û heta sibehê şiyar dimînin ev e ku derketina roja sala nû bibînin.

. Di baweriya peyrewên Dînê Behdîn de (Ola Zerdeşt Pêxember) 21ê meha duwazdeh, destpêka demsala ziviztanê û roja pêşî ya sala nû ye.

. Bawerî heye ku piştî Şeva Yeldayê, di sala nû de xweşî, aramî, êminatî, bereketa tişta û jiyan çêdibe.

. Di Şeva Yeldayê de, sedemê pêxista êgir heta roj bavêje ev e ku xirabî di tarîtiya şevê de neyê ser wan û xirabiya sermaya zêde tîneke xirab li wan neke.

. Bawerî heye ku Îsa di vê şevê de hatiye dinyayê.

. Bawerî heye ku xwedayê ku navê wî MÎTRA ye, çar roj piştî vê şevê hatiye dinyayê.

NALÎ gotiye: Şevi YELDA ye yar!

MELAYÊ BATEYÎ GOTIYE: Zulmetî ye horîweş, leylê di YELDA ye zulf!

XEYAM GOTIYE: Şeva min ji ŞEVA YELDA tarîtir e.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ŞEVA YELDAyê, her şad û bextewer bin…

21/ 12/ 2021

Back to top button