PolîtîkRojev

Muxatabê pirsa Kurd, gelê Kurd bixwe ye

Li Tirkiyê Siyasetmedar Ayhan Bîlgen ku ev bi salan bû di nava Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi awayekî çalak cih digirt, dev ji HDPê berda û hewla avakirina rêxistin an jî partiyeke nû ya siyasî dide. Ayhan Bîlhen da zanîn ku welatî êdî bawerî bi partiyên heyî naînin ber vê çendê wan ev biryar daye. Herwiha Bîlgen diyar kir ku muxatabê pirsa Kurd gelê Kurd bixwe ye û ew ê bi rêbazeke cuda vê pirsê çareser bikin.

Parlamenterê berê yê HDP û Şaredarê berê yê Qersê Ayhan Bîlgen dest ji HDPê berda. Bîlgen Da xuyakirin, ew dixwaze têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî, azadî û aştiyê li cihekî din berdewam bike. Ayhan Bîlgen bi daxuyaniyeke nivîskî dawî li endamtiya xwe ya HDPê anî. Bîlgen Da zanîn, ne ji bo berjewendiyên kesî, lê belê ji bo daxwazên civakî tevlî HDPê bûbû, ji ber heman sedeman jî cuda dibe. Hevserokê berê yê Şaredariya Qersê yê HDPê Ayhan Bilgen ev demeke hem li ser medya civakî hem jî di bernameyên ku beşdar dibe peyama avakirina tevgereke siyasî dide.

Siyasetmedar Ayhan Bîlgen sedema avakirina rêxistin an jî partiyeke nû û di nava vê hereketa ku tê avakirin de dê kî cih bigre ji Kurdistan24ê re rave kir.

Ayhan Bîlgen got: “Mixabin îro di nava civakê de nêrîna li dijî partiyên siyasî gellek guherî ye û baweriya ji bo partiyên heyî nemaye. Civat êdî bawer nake ku ev partiyên heyî kêşeyên ciwakî çareser bikin. Ji ber vê çendê me nexşerêyek daye pêşiya xwe û çi Platform be, çi rêxistin û însîyatîf çi jî partiyek be em niha nirxandinên xwe didomînin. Her kesên ku çareseriya Pirsa Kurd dixwazin dê di nava vê rêxistinê de bin. Çi netewperest, çi oldar çi çepgir. Di nava vê rêxistinê de ji har aliyan beşdar hene û dê hebin.”

Li gel vê yekê Bîlgen da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd muxatb gelê Kurd bixwe û rêbazeke nû ji bo çareseriya vê mijarê ew derkevin rê.

Ayhan Bîlgen dibêje: “Eger kêşeya Kurd heye lazim e ku Kurd bi awayekî çalak di nava çareseriya kêşeyê de cih bigirin. Bêyî ku bibêjin kîjan Kurd, kîjan partî û alîgirê kîjan serok, her kesî ku xwe di nava vê keşeyê de dibîne hewceye bibe muxatabê vê kêşeyê. Bi ya min her welatiyek muxatabê vê kêşeyê ye. Bi tunehesibandina muxataban kêşe nayê çareserkirin. Ji bo çareseriya kêşeyê em ê rayagiştî ya Tirkiyê û yên ku ne Kurdin jî pêşî qanih bikin ku cudageriyek, nevekhevî û bêedaletiyek li ser Kurdan heye. Bi vê yekê em ê pirsa Kurd çareser bikin.”

Ayhan Bîlgen sala 2007 tevlî HDPê bû û demên dirêj di HDPê de erkên peyvdariya Partiyê kir. Di hilbijartinên 2019’ê de wek namzetê HDPê li Qersê hat hilbijartin û bû şaredarê Qersê, lê piştî demekê Wezareta Navxwe li şûna wî jî qeyum danî. Ayhan Bîlgen hê berê dabû xuyakirin, li Tirkiyê pêwîstî bi zimanekî din û tevgerek din ya siyasî heye.

Back to top button