PolîtîkRojev

PKK û HSD malbatên Pêşmergeyên Roj bi dersorkirinê tehdit dikin!

Aktîvîstekî Rojavayê Kurdistanê ragehand, çekdarên PKKê gefê li malbatên pêşmergeyên Roj Dixon ku eger zarokên wan dest ji pêşmergetiyê bernedin dê wan ji Rojava derxînin!

Aktîvîstê kurd û hiqûqzan li Rojavayê Kurdistanê, Mehmûd Elo ji BasNewsê re got, îstixbarata HSDê ku di destê çekdarên PKKê de ye, li bajarê Kobanê gazî malbatên pêşmergeyên Roj kiriye û ji wan re gotiye, fişarê bixin ser zarokên xwe bila dest ji pêşmergetiyê berdin û tevlî HSDê bibin.

Wan çekdaran gef li wan malbatan xwarine û gotine, eger zarokên wan dest ji pêşmergetiyê berdin dê wan ji Rojava derxînin!

Ev cara yekê nîne PKK gefên bi vî rengî li malbatên pêşmergeyan dixwe, çimkî heta niha çendîn caran ev tişt kirine.

ENKS beriya niha bi tundî ew reftarên PKKê şermezar kiribû û ragehandibû, PYD û PKK mîna rêjîmên dictator yên cîhanê reftar dikin û wan neçar dikin li dijî zarokên xwe bipeyîvin.

ENKSê dabû zanîn, PKK malbatên pêşmergeyan tehdîd dike ku eger zarokên xwe ji nav pêşmergeyên Roj dernexin, dê wan sirgûn bikin û bikujin.

Pêşmergeyên Roj ji keç û xortên kurd yên Rojavayê Kurdistanê pêk tê ku bi neçarî û ji ber zilma PKKê li Herêma Kurdistanê bicîh bûne. Pêşmergeyên Roj di şerê DAIŞê de rolek mezin list û gelek şehîd û qurbanî da.

Back to top button