Serok Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja27ê Gulana 2022ê, rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û pêşhatên ewlehiyê û destwerdana li herêma Kurdistanê û Iraqê gotubêj kirin.
Di pêwendiya telefonî de Serok Barzanî bi minasebeta hilbijartina wî weke Serokê Fransayê pîrozbahî li Emmanuel Macron kir.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî sersaxî li Serok Barzanî kir ji ber canjidestana kesên di teqekirinên duh de li Bamernê ya li sînorê Duhokê bûn qurbanî.
Pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê beşeke din a pêwendiya telefonî bû.
Di derbarê vê pêwendiyê de, koçka serokkomariya Fransayê daxûyaniyek ragihand.
Daxûyaniya Koşka Serokkomariya Fransa:
Îro Înê 27.05.2022 Serokkomar bi rêya telefonê ligel birêz Mesûd Barzanî Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê axivî.
Mesûd Barzanî bi boneya hilbijartinê pîrozbahî li Serokkomar kir. Wan bi hev re rewşa siyasî li Iraq û Kurdistana Iraqê giftûgo kirin; Her wiha rewşa ewlehî û destwerdana derve li Iraqê gotûbêj kirin.
Serokomar ji bo qurbaniyên teqîna duh êvarê ya ku li Bamarnê 2 zarok mirin, sersaxî xwest.
Serokomar herwiha behsa peywendiyên navbera Fransa û Herêma Kurdistana Iraqê kir ku di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de di meha Tebaxê de serdana wan kir.