Nivîsar

Nazim Hikmetê Polonî ji bo qetliama Dersimê Ataturk pîroz kiriye!

Cihê jidayikbûna Nazim Hikmet, yê Mistefa Kemal û yê wezîr Jiri Taufer, Selanik bûye. Piştre hersê jî bûne ”leheng” û Nazim bûye serokê Partiya Komunîst a Tirkiyê, Mistefa Kemal bûye Ataturk û serokê Komara Tirkiyê û Taufer jî bûye wezîrê Kultur ê Çekî. Çi rastlêhatineke balkêş!

Zeynelabidîn Zinar

Ji sala 1940 hetanî dawiya salên 90î, li Tirkiye û li Bakûrê Kurdistanê piraniya Kurdên Sunî bi serê Nazim Hikmet û piraniya Kurdên Elewî jî bi serê Ataturkî sond dixwarin.

Nazim Hikmetê ku li Tirkiye, li Bakûrê Kurdistan û li Yekîtiya Sovyetan, wek xwedayekî zindî yê dunig ji bo ”demokrasî û mafê mirovan” dihate naskirin, piştî qetlîama Dêrsimê bi nameyeke taybet Ataturk pîroz kiriye. Çewa ku tê zanîn Yaset Erefatê serokê Filistînê jî, piştî qetlîama Helebçeyê çûye Bexdadê û Sedamî pîroz kiriye.

Gelo nasnameya Nazim Hikmet çi bû?

Nasnameya Nazim Hikmetî, wek ya Ataturk, hêjî bi xelkê Tirkiye û yê Kurdistanê nehatiye zanîn.

Sal 1999 bi lêkolîneke rêzdar Yekta Uzunoglu eşkere bûye ku Hikmetê bavê Nazim, kurê Konstantin Borzeckê Polonî bûye, lê di nava Osmaniyan de ew bi navê Mustafa Celaleddin Paşa dihate naskirin.

Cihê jidayikbûna Nazim Hikmet, yê Mistefa Kemal û yê wezîr Jiri Taufer, Selanik bûye. Piştre hersê jî bûne ”leheng” û Nazim bûye serokê Partiya Komunîst a Tirkiyê, Mistefa Kemal bûye Ataturk û serokê Komara Tirkiyê û Taufer jî bûye wezîrê Kultur ê Çekî. Çi rastlêhatineke balkêş!

Sal 1918 Nazim Himket, Mistefa Kemal, Jiri Tauferê ku piştre bûye wezîrê Çekî, bi hev re, mehekê ji bo ”tehtîl”ê çûne Avgerna Karlsbadê. Li wirê dek û dolab li ser rûxandina Împeretoriya Osmanî honandine. Lê kes heta niha jî bi wan nehisiyaye ku plan û projeya ku bi wan dane çêkirin çi bûye.

Dema ku Nazim û Ataturk Partiya TKP (Partiya Komunîst a Tirkiyê) damezirandine, Nazim Himket bi xûta revê ji Tirkiyê derketiye û çûye ba dostê xwe Jiri Tauferê ku wezîrê Kultur ê Çekî bûye. Wezîr alîkariyeke zêde daye wî.

Piştre Nazim çûye Polonyayê, gotiye ku ew bi polonîtiya xwe serbilind e û di nava neh rojan de jî mafê hemwelatiyê wergirtiye, paşnavê xwe jî daniye BORZECKI.

Piştre Nazim Borzeckî êdî bi pasaporta Polonyayê û bi pereyên endam ên komunîstên Kurd û Tirk, li welatên Ewrûpayê geriyaye.

Piştî ku Imperetoriya Osmanî rûxiyaye û gelek sal bihurîne, hêj nû bi lêkolîneke rêzdar Yekta Uzunoglu roja 30/ 06/1954an de hin ji wan dek û dolaban eşkere bûne. Lê wê demê kesî jê bawer nekiriye û hin ”rewşenbîr”ên Tikiyê jî bi tundî li dij wî derketine. Lê belê Hesen Cemalê rojnamevan gotiye Yektayî, vê meselê zêde tevnede!

Ataturk di axaftineke xwe de gotiye: ”Eger pêdivî be, em ê komunîstî jî bikin û em ê kurdîtî jî bikin.” Bêguman ew di herduyan de jî serkeftinê bi dest xistiye.

Yek ji nebûkariyên mêjuya Tirkiyê ku dibêjin Ataturk çûye Samsunê û wek lehengekî nijadî didin xuyakirin vajiyê rastiyê ye. Mistefa Kemal bi vîze çûye Samsûnê. Ew serbazê Ingilîz ku vîze daye wî, Yuzbaşî Bennett bûye.

Eger lêkolîneke berfireh li arşîvên Rûsan bête kirin, wê mêjûya Komara Tirkiyê bi temamî bête guhertin.

27/ 05/ 2020

Back to top button