Polîtîk

Serok Barzanî û Konsolê Fransayê pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Gulana 2025an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem kir.

Baregeha Barzanî belav kir, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, her wiha têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de, rewşa navxweyî ya Herêmê û avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de her wiha tekezî li ser têkiliyên dîrokî û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê de hat kirin.

Back to top button