Mesrûr Barzanî çû Washingtonê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi şandeyeke payebilind gihîşt Washingtona paytexta Amerîkayê.
Serdana Mesrûr Barzanî li ser vexwendina fermî ya Hikûmeta Amerîkayê pêk hat.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdanê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Washingtonê de bi rayedarên payebilind ên Hikûmeta Amerîkayê û Kongreyê re komek hevdîtinan pêk bîne.
Hat destnîşankirin ku hevdîtin dê bi armanca xurtkirina têkiliyên siyasî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de bin, her wiha dê bipêşveçûnên herêmî jî werin nirxandin.
Tê çaverêkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê bi sermayedaran û derdorên bazirganiyê yên Amerîkî re jî hevdîtinan pêk bîne da ku têkiliyên aborî û bazirganiyê xurttir bike.