PolîtîkRojev

Serok Barzanî û Balyozê Amerîkayê rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî roja çarşemê 30yê Adara 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller û şandeke ligel wî kir.

Di hevdîtinê de proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Amerîka yê li Iraqê ji bilî dûpatkirina palpiştiya welatê xwe ya ji bo aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê tekez li wê yekê kir ku Amerîka xwazyarê ewe ye hikumeta nû ya Iraqê hikûmeteke bihêz be, pêzanînên xwe jî ji bo rola Serok Barzanî ya li damezrandina Herêma Kurdistan û Iraqa nû û proseya siyasî ya Iraqê hebû.

Di beşeke vê hevdîtinê de di derbarê gef û astengiyên li ber proseya siyasî û guşara li ser aliyên siyasiyan yên ji bo sernegirtina rêkarên destûrî û demokratiyên li nav proseya siyasî ya Iraqê danûstandina bîr û ramanan kirin û di derbarê qeyrana siyasî ya Iraqê de Serok Barzanî ragihand ku ji bo rasterêkirina rewşa Iraqê pêwîst e Encûmena Nûneran û saziyên wê dûrî li her cûre guşarek bi erkê xwe yên xwezayî rabin û bingehên şeraket û tewazun û destûrê bi cîh bikin.

Back to top button