CivakRojev

Serok Barzanî: Spasiya ked û erka pîroz a Zanayên Îslamê yên Kurdistanê dikim

Bi minasebeta salvegera 53 saliya damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanêçserok Barzanî peyamek ragihand.

PEYAM:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta derbasbûna pêncih û sê sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendiya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroza Îslam li Kurdistanê dikim.

Armanca serekiya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê ji aliyê Barzaniyê Nemir li 21ê Eylûla 1970 dûpatkirina rola mamostayên olî li şoreş û xebata gelê me û kûrkirina bingehên dîndarî û xwedanasî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê bû. Bi dirêjahiya dîroka gelê me mamosta û zanayên mezinên Kurdî ola Îslam rola wê ya yek alîker ya li bihêzkirina niştimanperwerî û qebûlnekirina sîtemkarî û rêgirtina li hizra tundî û mezhebî da hebûye.

Ew çaverêyiye ji zana û mamostayên olî heye ku wekî herdem li wê rola xwe ya pîroz da berdewam bin û rênîşanderê me hemû aliyek bin. Li salvegera wê helkefta dîrokî de hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasî keda wan ya li erkê wan yê pîroz de dikim.

Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek bê.

Mesûd Barzanî
21ê Eylûla 2023

Back to top button