Civak

Serok Barzanî spasiya gelê Kurdistanê kir

Ji bo dawî hatina rêwresma serxweşiya xwedê jêrazî Hemayîlxan a dayika birêz Mesûd Barzanî, Serokê Herêmê peyamekî spasiyê pêşkêşî gelê Kurdistanê kir ku eve jî naveroka wê ye:

 Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 Spasiyên bêpayan li xwedayê perwerdegar dikim ku yarmetiya me da rêwresma matemîniya xwedê jêrazî (Hemayîlxan) a dayika min bi aramî û asayî birêve çû. 

 Spasiyên germê pir qedirgiran û hûrmetê jî ji bo wan hemû welatiyên birêz û berpirsên hikumî û hîzbî yên Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê dikîn ku beşdarî li matemîna Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Dihok û her ciheke nav welat û derve de kirin. 

 Her wiha spasiyên germ ji bo birêzên serkirde û berpirsê bilindên welatên dost, balyoz, konsol û dîplomatkarên Bexda û Hewlêr û ji bo wan hemû kesayetî û aliyê birêzên ku bi telefon yan e-mail û her awayeke din peyamên xwe û pirse û serxweşiyên xwe ya ji bo koça dawiya xwedê jêrazî gihandin. 

 Me gelek rêz û hurmet ji bo wan hemû aliyê birêzên kesayetiyan û welatiyên hêja yên Ereb, Tirkmen, Kildan, Aşurî û hemû pêkhat û çîn û tuwêjên cuda cudayên Iraq û Kurdistan û Kurdên perçeyên din û penaberan heye. 

 Spasiyên bêpayan jî ji bo jinan ku li parêzgehên Herêmê bi taybetî li Hewlêrê amadeyê rêwresma serxweşiyê bûn.

 Hêvîdarîn hestên yekbûna hemû aliyek li vê yekê da bibê sedema rêkkeftina çareseriya pirsên Iraqa Federal û pêşxistina dostayetî û birayetiya li navbera pêkhatan da û pêşxistina aştî û aramî û tebayiya Herêma Kurdistanê da ku hêvî û daxwaza xwedêjêrazîyê bû, ku bi awayekî xwe hengav bi hengav li gel pêşkeftina pêvajoya siyasî û binyatnana Herêm û hemû Iraqê da bû.

 Gelek cihê serbilindî û dilxweşiya meye ku koçkirina dayika me ya delal bû sedema komkirina rêzên gelê me û bingehekî guncaw saz da ji bo belavkirina ruhê tebayî û aştîvaniya li Herêma Kurdistanê û tu demek lutf û evîna xuşk û birayên me yên Kurdistanê ji bîr nakîn, her wiha bi xem ve hatina wan hemû serkirde û nûnerên gelan û kesayetiyê fermî û civakiya Iraqê û welatên hevsû û nîşandana wan hemû lutf û hatin buye cihê şanazî û pêzanîna me. 

 Li vir da spasiyeke taybetî pêşkêşî birayê birêz Serok Mam Celal dikim ku ji firokxaneyê ve li gel termê pîrozê dayika me ve hat û heta bi axspartina li Barzan û heta dawiya roja serxweşiyê hevparê xema me bu.

 Bi navê xwe û malbata xwe ve peyman didîn gelê Iraq û gelê Kurdistanê ku berdewam bîn li xizmeta aştî, tebayî, demokratî, dadperwerî û pêşkeftina komelayetiyê bi Herêma Kurdistanê ve seranserê Iraqa Federal da, herdem hêz û şiyana xwe ji bona pêkanîna hêvî û armanca rewayên xelk da bi bê cudahî terxan dikîn. 

 Ji xwedayê dilovan hêvî dikîn ku we hemû aliyek biparêzê

 Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî 

30 07 2011

Back to top button