Civak

Sersaxiya wefata Hemaîl Xanê- M. Emîn KARDAŞ û İbrahîm GUÇLU

Serokê Kurdistanê Birêz Mesud Barzanî,

Me bi gelek xemgînî bihîst ku Hemaîl Xan a dayika Cenabê we û hevjîna serokê millî ya neteweya kurd Melle Mistefa Barzanî wefat kiriye.
Wek serokkomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî li ser mezelê wê gotiye: “Ev xanim li Kurdistanê xanimeka gewre û mezin bû û roleka wê ya aşkera di xebata gelê me de hebû. Mezinî û gewrebûna wê ne di wê yekê de bû ko hevjîna qehremanekê mezin yê miletê me bû. Û ne ji bo wê yekê jî bû ko mêrxasekî wekî serok [Mesûd] Barzanî ji bo me perwerde kir. Belko ji ber hindê bû ko ew têkoşereka bêwestiyan, dilsojeka kurdayetiyê û xanimeka jîr biserketî ya kurdayetiyê bû.

“Di hemî jiyana xwe de digel general Barzanî ji bo bidestxistina armancên xelkê Kurdistanê xebat kiriye. Di hemî xweşî û nexweşiyekê de beşdar bûye. Li çiya, dol û şikeftên Kurdistanê ji bo bidestxistina armancên xelkê Kurdistanê jiyaneka dijwar borandiye”.

Ev pêywên Celal Talabanî jî nîşan dide ku di nav gelên Kurdistanê de Hemaîl Xan xwediyê rolek girîng e. Ew di her zehmetiyê de li pişt serok Melle Mistefa Barzanî bû û wê hemû pêşmergeyên Kurdistanê jî wek zarokên xwe dizanî û ji wan re xwedî derdiket.
Hemaîl Xan, wek jinek a kurd, hem wek hevjîna serokê Şoreşa Îlonê û hem  jî wek dayika serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê xwediyê şexsiyetek bijarte ye.
Wefata wê em xemgîn kir, em tazi û xemgîniyên xwe ji bo cenabê we û malbata we diyar dikin.
Serê we, serê hemû ferdên malbata we, serê gelê Kurdistanê sax be. Bila ciyê Hemaîl Xanê bihuşt be û ew li gel Mele Mistefa Barzanî jiyanek nû û xweş bidomîne.

29. 07. 2011
Bakurê Kurdistanê/Amed

M. Emîn KARDAŞ                               

 İbrahîm GUÇLU

Back to top button