Wezîra derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Hillary Clinton, ji ber wefata dayika serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, peyama sersaxiyê jê re şand. Ev li jêt teksta wê peyamê:

Cenabê serok Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê

Azîzim cenabê serok Barzanî:

Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koçadawiya dayika we ya birêz Hemayîlxanê bihisît.

Ez dixwazim bi navê xwe û wezareta derve pirse û hevxemiya xwe ji bo we derbibrim.

Ez gelek sersam bûm bi dilsoziya dayika we ya ji bo malbata we. Ew payeyeke bi hêz bû li dema koçberiya bavê we û di jiyanê de bû,  wê karî li hember gelek zehmetî û arîşeyan serkeftî be.
Hêvîdarim wê bizanin ku dilê min li gel we ye û li serxweşiya we da xwedê we biparêze.

Dilsoza we
Hillary Rodham Clinton
Washington D C 29.07.2011

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: