Polîtîk

PSK pişgirî da helwesta hukumetê

“Hikumeta AK Partî divê di warê çareser kirina pîrsa Kurd da jî pêgîr be!”

Hikumeta AK Partî serê xwe li ber gefên generalên Tirk neçemand û daxwaza wan ya xanenişin bûnê pejirand, ku ev yêka hanê ji bona bi hêz kirina desthilatiya sîvîl û siyasî gavekî gelek giring bû.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, piştgiriya li halwesta hanê ya hikumeta AK Partî dike û dixwaze, hikumet halwesta hanê di warê amade kirina destûreka nû da jî bigre, ku destûra nû wê pirrengî û pirdengiya Tirkiyê niişan bide hemu maf û azadiyan biparêze.

Divê Hikumeta AK Partî ji bona aram kirina rewşê, ku ji ber şer û pevçûnên dawiyê aloz bibû, hewl bide. Hikumeta AK Partî, di wî warê çareser kirina pirsa Kurd bi rêka dan û sitandin û aşitîwazî da jî divê pêgir be û ji bona geştîr kirina proseya guhartin û demokrasiyê divê îlan bike, ku dixwaze pirsa Kurdî bi reka diyalogê çareser bike.

Partiya me ji îro pêve jî piştgiriya her gavên AK partî bike, ku ber bi demokrasî û aşitiyê têne avêtinê.

30 Tîrmeha sala 2011

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Back to top button