Polîtîk

Serok Barzanî spasî hemû gelê Kurdistanê kir

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan!

Silavên birayetiyê!

Ji bo serkeftina proseya hilbijartina Encumena Nîştîmaniya Iraqê ve, ji bo min xweşe germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû gelê Iraqê û bi taybetî jî li gelê Kurdistanê bikim.

Spasiyên bê‌ payan ji bo gelê Kurdistanê û hemû birayên delalên Pêşmerge û Polîs û Asayîş û hemû dezgehên pêwendîdar bi parastina ewlehî û asayîşa li Herêmê ku karîn hewayeke aram ji bo hemwelatiyan dabîn bikin da ku bi azadî û dilniyayiyê ve dengên xwe bidin.

Spas ji bo hemû Kurdistaniyên derveyê welat ku li ser dirust kirina astengiya li ber beşdariya wan ji aliyê hinek‌ ji regezperestan ve lê belê wekî ku me dît bi coş û xweşiyeke baş serî li sindoqên dengdanê dikirin.

Spasî hemû qewareyên siyasiyên beşdarbuyiya hilbijartinê dikim ku bi hîmeta hemû aliyek rê nedan ku tu rûdaweke nexweş rû bide û bi vê yekê jî hilbijartin bi awayeke asayî birêveçû.

Her wiha spasî hemû medyayan dikim û her ji niha ve jî pîrozbahiya li wan hemû xuşk û birayan dikim ku baweriya gel bi dest dixin.

Ji bo me Kurdistaniyan jî dûpat dikim ku divê‌ beramber bi pirsên netewayetiyên me yek helwest bîn û nûnerên gelê Kurdistanê pêkve ji bo cih bi cih kirina destûrê û bi taybetî jî maddeya 140 de kar bikin.

Li ser asta Iraqê jî hêvîdarim ku em hemû bi xwe ve biçîn û bi birayetî hevkariya hevdû bikîn û pêkve Iraqeke federal û demokrat pêk bînîn û girêdayî destûrê bîn û yasa jî serwer bê li Iraqê da û em hemû jî pêkve hewl bidîn şerê terorê ji Iraqê dûr bixîn û berjewendiyên bilindên welat jî ji aliyê hemû aliyek ve li ber çav bigrîn.


Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

08/03/2010

 

Back to top button