Polîtîk

Encamên dengdanê, PDK li pêşe

Li gor wan agahiyên bi dest Rojevakurd ketine tê xuyakirin ku di hilbijartinên parlamentoya Îraqê de ku duhî li herêma Kurdistanê û sertaserî Îraqê birêveçûn, Partiya demokrata Kurdistanê di rêza yekem de ye, Yekêtî Niştimanî Kurdistanê di rêza duyem, Goran sêyem, Yekgirtûya Îsalmî çarem û Komela Îslamî jî pêncem tê.

 

Herwesa li gor çavkaniyên malpera me,  Partiya Demokrata Kurdistanê li Duhokê 9 kursî, li Hewlêrê dinavbera 8-9 kursiyan, li Mûsilê 8 , li Silêmaniyê 2 yan 3, li Kerkûkê 3 û li Xaneqînê jî yek heta du kursiyan bidest xistine.

 

Li Hewlêrê Goran 3, YNK 1, Yekgirtûya Îslamî 1 û Komelaye Îslamî jî yek kursî bidestxistine.

 

Li Dohukê Yekgiryûya Îslamî yek kursî bidsetxistiye yên din  hemû ji PDKê re çûne.

 

Helbet ev encam ne fermî ne û dibe bên kêm yan zêde bibin.

 

Tê çaverêkirin ku hemû kursiyên Kurdistanê li parlamentoya Îraqê nêzîkî 60 kursiya bin û jiwan dê nêzîkî 30 kursiyan bo PDK bin û yên din jî bi hemû alî û qewareyên siyasiyên Kurdistanê bin.

 

Back to top button