Serok Barzanî: Şingalî Pêşmergeyê Rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû
Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser wefata Kerîm Şingalî got, “Pêşmergeyê Rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû.”
Wezîrê berê yê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Birêvebirê berê yê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî di 75 saliya xwe de koça dawî kir.
Baregeha Barzanî li ser wefata Kerîm Şingalî peyamek belav kir.
Serok Barzanî li ser Kerîm Şingalî anî ziman:
“Ew di qonaxên cuda yên xebata gelê me û Partiya Demokrat a Kurdistanê de her dem yek ji kadroyên jêhatî yên PDKyê û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê bû.
Di destpêk û rabûna Şoreşa Gulanê de fermandarekî çalak û serek bû.
Her wiha di serdema xebata çiyê û piştî serhildanê û di kar û barên siyasî û îdarî û dîplomatîk de erkên xwe bi dilsozî û gelekî baş bi cih anîn.”
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got:
“Kerîm Şingalî Pêşmergeyê Rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû.
Ji bo min jî wekî hevalekî nêzîk û hevrêyê rêya xebatê bû.
Jiyana xwe di oxira doza rewa ya gelê Kurdistanê û bidestxistina armancên bilind ên gelê Kurdistanê de terxan kir, jidestdana wî ziyaneke mezin e.”