Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata Birêzê Mamosta Mela Resûl Mela Mihemed Nadir Siweylî

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Mamosta Mela Resûl Mela Mihemed Nadir Siweylî, Gotarbêjê berê yê Mizgefta Elî Kemal li Silêmanî û kesayetiyê bi helwest û navdarê olî û civakî gihîşt me.

Serxweşiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya xizm û nasên we dikîn û xwe bi hevbeşa xema we dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê Mamostayê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
25.04.2020

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: