
Îro firokeyekî neferhilgir ku pêdiviyên pizîşkiyê bar kiribû ji bajarê Wuhan a Çînê ku çavkaniya serhildana virusa Korona ya li cîhanê tê zanîn, gihîşt Wîlayeta New York a Amerîka.
Li gor Ajansa Xinhua ya Çînî, çavkaniyek ji kompanya hêla asmaniya “China Airlines” ya ji kerta Hoby eşkerekir ku firokeyeke nêzîkî 20 ton kelupel û pêdiviyên pizîşkî yên taybet bi rûbirûbûna Korona hilgirtibû şandin Amerika.
Her wiha ew çavkanî ragihand, kompanya navbihurî plana xwe heye li rêya firokeyên xwe ve pêdiviyên pizîşkî yên ku li nava bajarê Wuhanê hatibû berhemanîn, wekî hevkariya rûbirûbûna virusa Korona şandin bajarên San Fransîsko, Roma, Parîs, London û Frankfurtê bikin.
Heta niha kompanya China Airlines zêdetirê 225 geştên asmanî ji bo mebesta gihandina hevkariyên pizîşkî ji bo 22 welat û navçeyên cîhanê encam daye.